Li Meclisê dê li dijî qeyûm çalakî bê lidarxistin 2024-06-04 16:55:01   ENQERE - DEM Partiyê ji ber tayînkirina qeyûm biryar girt ku li Meclisê çalakî li dar bixe û nobedê bigire.    Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Meclisê ji ber tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê biryar girt ku li Meclisê çalakiya protestoyê li dar bixe û nobedê bigire.    Koma DEM Partiyê ji bo lêkolînkirina tayînkirina qeyûm û rûxandinên dê qeyûm pêk bîne were lêkolînkirin, pêşniyazpirs da Meclisê. Wê di nava rojê de li ser pêşniyaznameyê axaftin bê kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Parlak dê biaxive. Piştî axaftina Parlak, dê parlamenterên DEM Partiyê kursiyê Meclisê ‘dagir’ bikin. Hat zanîn ku dê parlamenterên DEM’ê dowîzên bi nivîsa ‘Şaredarî yên me ne, em ê destûr nedin desteserkirinê” hildin û çalakiya protestoyê berdewam bikin û heta nîvê şevê nobedê bigirin.