Bayindir: Dê saya berxwedana gelê kurd têk biçin Hatîmogûllari: Navê vê faşîzm e, darbe ye 2024-06-04 17:09:46   COLEMÊRG - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di protestoya qeyûm a li Colemêrgê de axivî, anî ziman ku desthilat dê saya berxwedana gelê kurd têk biçe. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî wiha got: “Navê vê faşîzm e, darbe ye.”   Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş piştî hate binçavkirin ji peywîrê hate dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hate kirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm didomin. Di protestoyên ku dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê biserbikevin” , “Em şaredarê diz naxwazin” û “Bijî berxwedana Hekariyê” hatin berzkirin de hevserokên partiyên siyasî axivîn.    BAYINDIR: ERDOGAN DÊ BIÇE   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê di çalakiyê de axivî, wiha got: “Qeyûm tayînî vîna gel hate kirin. Em vê tayînkirinê qebûl nakin. Ev pergal dê bi saya berxwedana gelê kurd têk biçe. Sed sal in vîna gelê kurd nayê qebûlkirin. Îro jî Bahçelî got ku vîna gelê kurd nas nake. Bila li dîroka kurdan binêrin, dê Bahçelî û Erdogan biçin lê gelê kurd ê sedan salan e li vir e dê bimîne. Em ê bi vîn û hêza xwe pergala wan têk bibin. Teqez dê zilma wan têk bi dawî bibe. Ji ber ku dawiya wan hat. Ji Tirkiyeyê re aramî, ji kurdan re şer nabe. Heta ku ev polîtîka berdewam bikin wê aramî nebe. Ji bo ku em dawiya van talankaran bînin em ê li ber xwe bidin.”   HATÎMOGÛLLARI: EV DARBEYEKE SIYASÎ YE   Hatîmogûllari jî got ku darbeyeke siyasî pêk tê û wiha got: “Hevşaredarê me li Wanê tê binçavkirin û bi awayekî nefermî qeyûm tayînî şûna wî tê kirin. Ewilî qeyûm tê tayînkirin, hêzên ewlehiy3e şaredariyê dorpêç dikin. Wezareta Karên Hundir dû re kaxiza qeyûm dişîne. Ev yek nîşaneya ku çete dewletê bi rê ve dibine. Gelên Tirkiyeyê yên hêja; ew we dixapînin û daxuyaniyan didin. Hevşaredarên me li ser dozeke di sala 2014’an de hatiye vekirin ji bo ku niha were darizandin tê binçavkirin. Heta ku Mehmet başkan dibe hevşaredar dosyaya di sala 2014’an de hatiye vekirin, hatiye sekinandin. Ya ku divê bi awayekî hiqûqî çêbûya ev e. Ewilî lêpirsîn tê destpêkirin û pêvajo tê şopandin. Heta ku ji aliyê hiqûqî ve hemû pêvajo neyên temamkirin û biryar neyê aşkerekirin nikarin şaredar ji peywîrê bigirin. Weke encam heke hukmî bixwe şûna dîsa ji meclisa şaredariyê kesekî din weke şaredar tê hilbijartin. Lê van bêyî ku van astan pêk bînin, qaxiz were polîs şaredariyê têxin bin kontrola xwe. Ev rêbaza rêvebirina AKP’ê ya welat e. Navê vê faşîzm e, darbe ye.”   ‘EM HIQÛQA ÇETEBÛYÎNÊ RED DIKIN’    Hatîmogûllari, bi lêv kir ku mafê kurdan ê dengdayîn û hilbijartinê nayê naskirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP’ê bi tayînkirina qeyûm dibêje ‘mafê te yê dengdayîn û hilbijartinê nîne. Tu ne hemwelatiyê vî welatî yî’. Îro Bahçelî derketiye ji DEM Partiyê re gotinan dibêje. Wezareta Karên Hundir pîroz dike. Li vî welatî dê demokrasî serbikeve, gel, hiqûq û azadî dê serbikeve. Em ê serbikevin. Tayînkirina qeyûm a li Colemêrgê ne tenê tayînkirina qeyûm a li vîna siyasî ya kurd e. Tê wateya tayînkirina qeyûm a li demokrasiya Tirkiyeyê, qanûna rêveberên herêmî. Li dijî vê feraseta qeyûmkar, divê hemû hêzên dmemokrasiyê bi hev re helwesta herî xurt nîşan bidin.”   Hatîmogûllari anî ziman ku ji bo AKP çavkaniyên şaredariyê pêşkeşî alîgirên xwe bike qeyûm tayînkiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li ber xwe bidin, em ê li dijî feraseta talankar bi gelên Tirkiyeyê, bindestan û kesên keda wan tê xwarin re li ber xwe bidin. Bila nefikirin ku dê bi hevkarê xwe yê biçûk ê li Qesrê rûniştî dê vîna gelê kurd ipotek bike. Wan hewl da hilbijartinên Hîlwanê bi rêbazên çetewarî bi şewitandina sindoqan ji me bidizin. Tevî ku em bi serketin jî hilbijartin betal kirin. Tevî ferq 500 bû, derket 3 hezaran. Ev tê çi wateyê. Tê wateya ku tu vîna gel xesp bikî, gel dê bi awayekî herî xurt bersivê bide te. Kesên li dijî faşîzmê mil bi mil li ber xwe bidin dê serbikevin.”