Li şaredariyên Kurdistanê gel di nobedê de ne 2024-06-04 19:26:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariya Colemêrgê, li şaredariyên DEM Partiyê yên li Kurdistanê çalakiyên nobedê hatin destpêkirin. Gel bi dirûşmeyên ‘zext nikarin serî bi me bidin tewandin’ berdewamiya xwe didomînin.   Hevşaredarê Colemêgê Mehmet Sidik Akiş hatibû binçavkirin û piştre jî qeyûm tayînê şûna wî hat kirin. Piştî vê li şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakiyên nobedê hatin destpêkirin.   AMED   Li şaredariya bajarê mezin a Amedê, şaredariyên navçeyên wê yên Peyas, Rezan, Bajarê Nû, Sûr Û Bismilê nobed hatin destpêkirin. Hevşaredar, rêveberên DEM Partî û DBP’ê yê navend û navçeyan û gel beşdarî çalakiyê bûn.    REZAN   Li ber Şaredariya Rezanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û navçeya Rezanê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Di dema çalakiyê de tim dirûşmeyên "Şaredariay Colemêrgê ya e ye", "Bijî berxwedana gelê kurd" û "Şaredarî ya gel e wê ya gel be" hatin berzkirin.    Beriya çalakiyê Hevşaredara REzanê Leyla Ayaz axivî. Ayazê got: "Em ê tu carî şaredariyên xwe radestî vîna qeyûman nedin."    Piştî daxuyaniyê girse bi çepikan û dirûşmeyan dest bi çalakiya rûniştinê kir.    SÛR    Di çalakiya rûniştinê ya li ber Şaredariya Sûrê hat destpêkirin de Hevşaredar Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol û xebatkarên şaredariyê û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û bajêr beşdar bûn. Çalakî didome. Di çalakiyê de tim dirûşmeyê tên berzkirin.    BISMIL    Li ber Şaredariya Bismilê tayinkirina qeyûm bi daxuyaniyekê hat rotestokirin. Daxuyanî li ber avahiya Bismilê hat dayîn. Hevserokên DEM Partî û DBP'ê yên Bismiolê, Hevşaredarên Bismilê, Hevserokên TÛHAD-FEDê, Hevserokên MEBYA-DER'ê, rêveberên partiyê, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Tevî hilyariyên polîsan jî daxuyanî hat dayîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Bismilê Mustafa Kûrt destnîşan kir ku wê ew ê li dijî ferasa qeyûmker a AKP û MHP'ê li ber xwe bidin û qethiyen vîna xwe radestî qeyûman nekin.    Piştî daxuyaniyê girse li ber şaredariyê çalakiya nobedê ku duh dest pê kiribû domand.    ERXENÎ   Li ber Şaredariya Erxeniyê jî tevî hevşaredaran, endamên meclisê û nûnerên partiyên siyasî çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Li avahiya şaredariyê pankarta "Şaredarî yên me ne em ê rê nedin xespkirinê."    FARQÎN   Li Farqînê jî li ber şaredariyê bi beşdariya Hevşaredar Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen û rêxistina DEM Partiyê ya Farqînê û Serokê CHP'ê yê Farqînê Îhsan Kizilkan û gelek welatiyan daxuyanî hat dayîn.    Hevşaredar Kadrî Esen anî ziman ku DEM Partî di hilbijartinên 31'ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistiye û got: "Desthilata AKP-MHP'ê careke din serî li tayinkirina qeyûman dan. Em careke din dibêjin; polîtîkayênw e çi dibin bila bibin, wê nikaribin vîna gelê me û partiya me bişikînin. Ev gel, wê xwedî li vîna xwe derkeve. Heya vîna gel esas bê girtin em ê li ber şaredariya xwe nobedê bigirin."    Hevşaredar Sevîm Bîçîciyê jî bibîr xist ku bi vîna gel şaredariyê bi dest xistine û got: "Ya hatiye kirin binpêkirina destura bingehîn û hiqûqê ye."    Piştî daxuyaniyê dest bi çalakiya nobedê hat kirin.    SÊRT   Li avahiya şaredariya Sêrtê jî pankarta ‘şaredarî yên me ne nû nikarin xesp bikin’ hat daliqandin. Hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî , parlamenter Sabahat Erdogan û welatî tevli bûn. Her wiha li şaredariyê Misirc û Ziyaretê jî çalakî hatin destpêkirin.   ÊLIH   Li Êlihê jî bi dehan kes li ber avahiyên şaredariyê haitn gel hev û dirûşme berzkirin.Bendewariya gel didome.