Ozturk Turkdogan: Asayîbûn divê ji Îmraliyê dest pê bike 2024-06-05 09:13:42   ENQERE - Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan ku ji bo hevdîtinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bike serî li wezaretê da, got: "Divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloqkirin."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin. Rêberê PKK'ê Ocalan di sala 2019'an de 5 caran karibû hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Piştî vê destûr nehat dayîn ku parêzer biçin giravê. Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Ocalan nayê girtin.    Hevberdvekên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ozturk Turkdogan û Sevda Çelîk Ozbîngol ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, di 30'yê Gulanê de serî li Wezareta Dadê dan. Ji bo serlêdanê hê jî tu bersiv nehatiye dayîn.   Ozturk Turkdogan serlêdana ku kirine û tecrîda li ser Abdullah Ocalan nirxand.   'DIVÊ EV FIRSEND JI DEST NEÇE'   Turkdogan anî ziman ku kurd Abdullah Ocalan wekî "rêber" dibînin û got: "Ew ji bo kurdên li Tirkiye, Sûriye, Îran, Iraq û kurdên li dîasporayê rêber e. Kesekî ku ji aliyê dîrokî ve xwedî cihekî wisa girîng e.Lewma ev pirsgirêka dîrokî (pirsgirêka kurd) divê pêşî bi wî re bê çareserkirin.   Turkdogan hevdîtinên berê yên di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de bi bîr xistin û diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Abdullah Ocalan, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd e. Turkdogan got: "Pêwîst e mirov vê yekê bi bîra rayedarên dewletê bixe; binêrin, li cîhanê jî pirsgirêkên bi vî rengî hebûn. Ev pirsgirêk bi pêşengên bi biryar û bi hêz hatin çareserkirin. Mêze bikin hem kurd hem jî derdorên din gelek caran diyar kirin ku ew vîna Ocalan a di warê çareseriyê de esas digirin. Li Tirkiyeyê modeleke serokatiyê ya li ser esasê yekkesî heye û birêz Erdogan pêşengekî siyasî yê bihêz e ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Divê ev firsend ji dest neçe. Ez vê tişta ku li birêz Ocalan tê kirin wekî neheqiyeke pir mezin dinirxînim."    'DIVÊ HIKÛMET DAXUYANIYÊ BIDE'   Turkdogan diyar kir ku divê hikûmet der barê tecrîda li Îmraliyê de daxuyaniyekê bide û got: "Pêdivî bi lîstikên bi vî rengî yên hiqûqî nîne. Divê Wezîrê Dadê derkeve û daxuyaniyê bide û bêje 'Em wekî hikûmet encamên siyasî hildigirin. Me biryareke siyasî girtiye û em hevdîtinê nakin.' Vê jî nabêjin. Ji lew re wê encamên wê yên siyasî çêbibin."   Turkdogan bal kişand ser serlêdana wan a ji bo biçin Îmraliyê û got: "Hevalên me yên parlamenter serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) dabûn. ÎHÎK'ê ev serlêdan ji Wezareta Dadê re şand. Wezaretê cara ewil bersiva komîsyonê da. Ew bersiv, bersiveke ji bo manîpulasyonê vekirî bû. Dibêje ku birêz Ocalan û hevalên wî bi hev re hevdîtinê dikin. Paşê dibêje ku 'Tu pirgsirêkek li be rhevdîtina bi parêzeran re tune ye.' Lê rastî i meclisê re nayê gotin."    Turkdogan bibîr xist ku Abdullah Ocalan bûye 75 salî û got: "Hem kurd hem jî hemû derdorên aştîxwaz û demokrasîxwaz demildest divê ji bo avakirina pêvajoyeke aştiyê ya nû berpirsiyariyê hilgirin."    Turkdogan bilêv kir ku ew ji bo çareseriyê tim amade ne û got ku ger AKP jî bersiveke erênî bide ew ji bo rol û pêvajoyeke nû amade ne.    Turkdogan daxuyaniya Serokkomarê AKP'î Erdogan ku bal kişandibû ser "asayîbûnê" bibîr xist û got: ""Divê asayîbûn ji Îmraliyê dest pê bike. Yan na wê pirsgirêkên din tim bên taloqkirin."    MA / Mehmet Aslan