Li Mêrdînê 10 ciwan hatin berdan 2024-06-05 09:51:57   MÊRDÎN - Li Mêrdînê duh 10 kesên hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh li navçeya Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê di serdegirtina malan de 10 ciwan hatibûn binçavkirin. Ciwan bi îdiaya “dê çalakî li dar bixin” hatine binçavkirin. Di saetên şevê de îfadeyên ciwanan bi dawî bûn û piştî îfade li emniyetê qediyan hatin berdan.    Li aliyê din malbata Kalkan ku di serdegirtina mala xwe de bi tundiya polîsan re rû bi rû mabû, malbatê giliyê tundiyê kir.