Girtî li dijî girtîgeha ku parêzer çar sal in nikarin bikevinê di çalakiyê de ne 2024-06-05 10:04:06 ENQERE - Hevseroka Şaxa OHD’a Enqereyê Çîgdem Kozan da zanîn ku li cîhanê tu girtîgehên ku parêzer nikarin bikevinê nînin, yekane mînaka vê Girtîgeha Îmraliyê ye û anî ziman ku divê li dijî tecrîda li Îmraliyê hemû beş dengê xwe derxînin.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyan di 4’ê nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin. Girtiyan biryar dan ku dê bi telefonan neaxivin, dernekevin hevdîtinên bi malbatan re û dadgehan boykok bikin. Çalakiya girtiyan di roja 192’yan de berdewam dike. Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê Çîgdem Kozan tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya girtiyan nirxand.    Kozan, destnîşan kir ku dema mirov li girtîgehên din ên Tirkiyeyê dinêre, tu girtîgehên ku parêzer 4 sal in nikarin bikevinê nînin û got: “Berdin Tirkiyeyê li cîhanê girtîgeheke wiha nîne. Yekane mînake vê Girtîgeha Îmraliyê ye. Birêz Ocalan û girtiyên pê re 4 sal in nikarin bi parêzer re hevîtinê bikin. Girtî tînin ziman ku divê mirov li dijî vê bêdeng nemînin.”   Kozan, da zanîn ku hema bêje li temamê girtîgehên girtiyên siyasî lê tên ragirtin çalakî didomin û tiştên ku girtiyan di hevdîtinan de pê re parvekirin, vegotin. Kozan, wiha domand: “Girtî dibêjin ku tişta li Îmraliyê diqewime bêhiqûqî derbas kiriye û rewşeke tecrîda mûtleq heye.    ‘GIRTÎ DIBÊJIN KU ÇARESERÎ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE’    Kozan, anî ziman ku girtî diyar dikin ku çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk di Îmraliyê re derbas dibe û di pêvajoyên muzakereyê yên bi Abdullah Ocalan re dihatin birêvebirin de ji bo pirsgirêka kurd hin çareserî pêk hatin û got: “Dibêjin ku civakê di vê pêvajoyê de bêhn stendiye. Divê mirov vê bi awayekî zelal bîne ziman.”   Prz. Çîgdem Kozan   ZEXTA LI GIRTÎGEHAN    Kozan, da zanîn ku ceza li girtiyên di çarçoveya kampanyayê de di çalakiyê de ne hatiye birîn û got: “Her azadiya îfadeyê ya girtiyan dikin mijara ceza. Cih tê lêpirsînan didin destpêkirin. Tevî ji endamtiya rêxistinê di girtîgehê de ne jî derbarê wan de doz tên vekirin. Cih tê lêpirsînên dîsiplînê yên derbarê wan de didomin. Di serlêdanên li me tên kirin, serdanên me yên bi girtiyan û rêveberiyên girtîgehan re tê dîtin ku girtiyên tev li çalakiya derneketina dadgehan û bi malbatên xwe re bi telefonê naaxivin dibin bi cezayên dîsiplînê re rûbirû dimînin.”   ‘BÊYÎ KU CEZAYÊ HUCREYÊ LI WAN BÊ BIRÎN TÊXIN HUCREYÊ’    Kozan her wiha da zanîn ku li hin girtîgehan tevî ku cezayê hucreyê li girtiyan nehatiye birîn jî wan dixin hucreyê û got: “Ji bilî xistina hucreyê ji ber van sedeman cezayên hucreyê jî tên dayîn. Ku dema sê caran cezayê hucreyê li girtiyekî hate birîn înfaza wî û berdana wî ya bi şert rast e rast tê şewitandin. Ev jî dibe sedem ku bêyî Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê berdanê taloq bikin, pêşî li berdana girtiyan tê girtin.” Kozan, ragihand ku daxwaza herî zelal a girtiyan pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi bîr xistin.    ‘BIRYARÊN DMME’YÊ EWILÎ LI ÎMRALIYÊ HATIN BINPÊKIRIN’    Kozan, îşaret kir ku pêvajoya li Îmraliyê ji aliyê pêkneanîna biryarên DMME’yê destpêkeke û ev tişt gotin: “Helbet divê em vê bibînin. Tecrîda li Îmraliyê û nasnekirina hiqûqê bandorê li hemû girtîgehan û civakê dike. Pêkneanîna biryarên DMME’yê bi pêknaînan biryarê derbarê Demîrtaş, Yuksekdag û Kavala de hatine danîn bi xwe re anîn. Tirkiye bi vê yekê re jî bisînor nema tevî biryarên DMME biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî pêkneanîn. Ev hemû bi pêkneanîna biryarên DMME’yê yên derbarê birêz Ocalan de destpêkirin. Em her tim dibêjin hiqûq ji herkesê re lazim e. Mûxalefeta civakî çawa ji bo biryarên Demîrtaş, Kavala û Can Atalay deng derxîne divê bi heman awayî ji bo birêz Ocalan jî dengê xwe derxînin.”   ‘DIVÊ EM BI HEV RE DENG DERXÎNIN’    Kozan, bal kişand ku divê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan deng were derxistin û bertek nîşanî tecrîda li dijî Îmraliyê didome da. Kozan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tişta ku divê were dîtin tiştên li Îmraliyê diqewimin bandorê li her derê dike. Bi dawîkirina pêvajoya tecrîdê daxwaza herî zelal a girtiyan e. Em jî weke OHD serlêdanên hiqûqî dikin. Dîsa têkildarî hevdîtina parêzeran a bi birêz Ocalan re me serî li Wezareta Dadê da. Ji bilî vê bi armanca ku weke parêzer bikarin hevdîtinê bikin jî hevdîtineke me çêbû. Helbet têkildarî van serlêdanên me hêj bersivek nehatiye dayîn. Weke encam têre nake ku bin tenê beşek li dijî bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bike. Divê em bi hev re dengê xwe derxînin.”   MA / Omer Gungor