Di edliyeya dorpêçkirî de danişîna Akiş dest pê kir 2024-06-05 10:54:33   COLEMÊRG - Edliyeya Colemêrgê ya ku wê danişîna doza Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş lê bê lildarxistin, ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akin ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin. Akiş bi hinceta doza “KCK” ya der barê wî de 10 sal berê hatiye vekirin niha binçavan de ye. Danişîna doza Akiş ya 10 sal berê hatiye destpêkirin dê îro li Edliyeya Colemêrgê bê lidarxistin. Akiş bi dorpêçkirina polîsan anîn edliyeyê. Polîsan der û dor û hundirê edliyeyê dorpêç kirine. Danişîn wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê, parêzer, welatî û gelek siyasetmedar ji bo şopandina dozê hatin ber edliyeyê. Polîsan wan berneda hundir. Girseyê astengkirina ketina hundirê edliyeyê şermezar kir û dirûşma “Siddik Akiş îradeya me ye” berz kirin. Hat zanîn ku wê tenê 6 parêzer danişînê bişopînin.    Danişînê dest pê kir û bi parastinan berdewam dike.