Nivîskar û ramangerên îslamî ji bo Huda Kaya kampanya îmzeyan dan destpêkirin 2024-06-05 13:11:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û ramangerên îslamî nerazîbûn nîşanî îdianameya Huda Kaya dan û ji bo berdana wê kampanya îmzeyan dan destpêkirin.    Parlamentera HDP’ê ya berê Huda Kaya 7 meh in girtî ye û li Girtîgeha Marmarayê ya li Silîvriyê tê ragirtin. Îdiayameya der barê Kaya de temam bû û di îdianameyê de 38 caran cezayê muebeda girankirî û 19 hezar û 680 sal cezayê hepsê jê re tê xwestin. Îdianame ji aliyê 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.    Gelek alî û kes nerazîbûn nîşanî sûcdarkirina Huda Kaya didin. Rûspî û nivîskarên qada îslamî bi navê ji bo Huda Kaya Edalet belavokek îmzekirî belav kirin.    'JI BO HUDA KAYA EDALET'   Daxuyanî û navên kesên metne îmze kirine wiha ne:    "Em dibêjin ku darizandinek adil der barê Huda Kaya ku cezayê meubeda girankirî û bi sedan sal ceza jê re tê xwestin, nehatiye kirin. Pêvajoyek hiqûqî nehat birêvebirin. Em di wê baweriyê de ne ku girtina Huda Kaya bi sedemên siyasî berdewam dike.    Em naxwazin ev darizandin bi hincetên siyasî û kêfî hin bêtir rê li ber neheqî û bêhiqûqiyan veke. Hûn dixwazin nasnameya wê ya siyasî û ramanên wê qebûl bikin an jî qebûl nekin, divê Huda Kaya ya ku bi sûcdariyên giran rû bi rû maye demildest bê berdan. Em bedana wê wek hewcedariyek edaletê û hiqûqê dibînin.    ÎMZEVAN    Adnan Fırat, Ahmet Faruk Unsal, Ahmet Kaya, Ahmet Ors, Alî Bulaç, Arîf Ozel, Atasoy Muftuoglû, Berrîn Sonmez, Burhan Kavuncu, Cîhan Aktaş, Cihangîr Îslam, C. Kanî Torun, Davut Guler, Dilaver Demîrag, Edîp Yuksel, Erol Kekeç, Fatma Akdokur, Fatma Betul Kocaaslan, Fatma Bostan Unsal, Faysal Mahmutoglû, Gurkan Çakiroglû, Hadiye Yolcu, Halîl Îbrahîm Yenîgun, Hasan Postaci, Huseyîn Hatemî, Huseyîn Sarigul, Îbrahîm Sediyanî, Îhsan Elîaçik, Îslam Ozkan, Mehmet Alî Başaran, Mehmet Alkiş, Mehmet Bekaroglû, Mehmet Efe, Menîce Rumeysa Gulmez, Metîn Karabaşoglû, Muammer Bîlgîç, Mustafa Emîn Buyukcoşkûn, Mustafa Îslamoglû, Mustafa Yeneroglû, Mufît Yuksel, Rumeysa Çamderelî, Şakir Dîclehan, Umît Aktaş, Veysî Dundar, Yavuz Deîrmencî, Zekî Kiliçaslan."