Di hilbijartina Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de nerazîbûna li dijî qeyûm 2024-06-05 15:07:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarên DEM Partiyî di hilbijartinên Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê de qeyûm şermezar kirin.    Hilbijartinên Serokatiya Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê ji lîsteyên CHP’ê namzet e dest pê kirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ji kursiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê da. Hin AKP’iyan îtîrazî rewşê kirin. Turk di axaftina xwe de wiha got: “Mixabin em îro dibînin ku vîna gel hatiye îpotekkirin, ez ji wezîfe girtina hevşaredarê me bi tundî şermezar dikim.”   Hevşaredarên din ên DEM Partiyî jî li eywanê qeyûm şermezar kirin.