Akiş û siyasetmedarên din bi dehan sal hatin cezakirin 2024-06-05 17:11:41   COLEMÊRG - Bi îdiaya “rêveberê rêxistinê ye” ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Siddik Akiş hat birîn, di çarçoveya heman dosyeyê de li siyasetmedarên din jî ceza hat birîn.    Di dosyeya ku Hevşaredarê Colemêrg Mehmet Siddik Akiş jê hat darizandin û ceza lê hat barandin, hûrguliyên dozê diyar bûn. Derket holê ku dadgeriyê bi îdiaya “rêveberê rêxistinê ye” ceza daye Siddik Akiş. Şandeyê ewilî bi îdiaya “rêveberina rêxistinê” 13 sal ceza li Akiş birî û şandeya dadgehê paşê bi rêjeya 2/1 ceza zêde kir û 19 sal û 6 meh ceza birî. Şandeya dadgehê biryar da ku dê cezayê hatiye birîn neyê kêmkirin.    Her wiha şandeya dadgehê bi hincetên wesfa sûc, rewşa delîlên heyî, hêmanên ku gumana sûcê biqewet di aliyê bersûc de dide nîşandan biryara girtina Akiş da.    LI SIYASETMEDARÊN DIN JÎ CEZA HAT BIRÎN    Her wiha tenê ne Akiş ji vê dosyeyê dihat darizandin, gelek siyasetmedarên din jî dihatin darizandin. Şandeya dadgehê di çarçoveya heman dosyeyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Îzzet Belge, Hifzullah Kansû, Kadriye Îlbaş, Mîkaîl Atan, Seyhan Şahîn û Farûk Yildiz jî ceza birî û 8 sal û 9 meh cezayê hepsê da her ji wan siyasetmedaran. Şandeyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ceza li Tahîr Koç 6 sal û 3 meh, li Husna Sagin 6 sal û 3 meh û li rojnamevan Hamdiye Çîftçî Oksuz 6 sal û 3 meh ceza birî û biryara qedexeya derketina derve danî ser wan.    Dosyeya Emîne Akboga, Fatma Dûman û Emrullah Ozturk ên ji heman dozê tên darizandin jî hat veqetandin û der barê Abdulbakî Ozbuganli û Bahattîn Kaya de jî biryara beraetê da.    Hevşaredar Siddik Akiş bi maşîneyên zirxî ji Edliyeya Colemêrgê hat derxistin û wî birin Girtîgeha Tîpa F’yê ya Wanê.