Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin 2024-06-05 17:17:55   MÊRSÎN - Li Mêrsînê ji 12 kesên pêr hatibûn girtin 6 hatin girtin.    Li Mêrsînê di 3’yê hezîranê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê daye destpêkirin de, bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdagirtinên ji aliyê cendermeyan ve li navçeyên Tarsûs, Gulnar, Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê yên Mêrsînê hatine girtin de 12 kes hatin binçavkirin.   11 kesên li Qereqola Cendermeyan kirariyên wan temam bûn sewqî Edliyeya Mêrsînê hatin kirin. Ji 11 kesên ku derxistin Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Mêrsînê 5 bi şertê kontrola edlî hatin berdan. 6 kes jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Sûriyeyiyekî ku navê wî nehate zanîn jî birin Navenda Paşve Şandinê (GGM) ya girêdayî Îdareya Koçê ya Mêrsînê.