Leyla Zana: Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’ 2024-06-05 21:17:50   COLEMÊRG- Siyasetmedar Leyla Zana li Colemêrgê bang li gel kir û got: “Tiştên tên kirin tarîtiyê hem tîne pêş we hem jîne pêş me. Ev tarîtî ne nû ye sedsale didome. Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’"   Siyasetmedar Leyla Zana ku bi hevserokê giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan re hat Colemêrgê bang li gel kir.   Leylayê destnîşan kir ku divê gel moralê xwe xera neke û wih agot: “Bila gel coş û kêfa xwe bi tiştên ku ev dikin xera neke. Hûn bi serketin. We şeref û hasiyeta xwe danî holê. We îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Şaredarî mala her kesî ye. We şaredariya xwe hilbijart. Yên kul i dijî îradeya we rêzdarî nîşan nedane bila şerm bikin. Ez bang li dewletê dikim: Hûn bixwazin bi Kurdan re bijîn riya we vkeiriye. Ev ronahî li pêş we hemûyane. Lê hûn Kurdan biçûk bibînin hûn nikarin vê bikin. Îradeya Kurdan derketiye lûtkeyan. Ev şerm ya we ye. Tiştên tên kirin tarîtiyê hem tîne pêş we hem jîne pêş me. Ev tarîtî ne nû ye sedsale didome. Ji niha û şûnde nebêjin ‘kurd çi dixwazin?’. Em dibêjin ku ev deshtilatdarî ji kurdan çi dixwaze? Kurdan îradeya xwe di sindoqan de nîşan da. Hûn çima vê îradeyê tune dihesibînin.”