Ji bo kesên li Qada Stasyonê hatin qetilkirin meşa bimeşale 2024-06-05 22:21:53   AMED - Qurbaniyên di sala 2015’an de di êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP’ê de jiyana xwe ji dest dabûn bi meşekê hatin bibîranîn. Di meşê de berxwedana Colemêrgê jî hat silavkirin û derbeya qeyûm hat protestokirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo hilbijartina 7’ê Hezîranê di 5’ê hezîrana 2015’an de bi beşdariya sed hezaran li Qada Stasyonê ya Amedê mitînga “Mirovahiya Mezin” li dar xist. DAÎŞ’ê di mitîngê de bombe teqand û komkujî pêk anî. Ligel ku 2 hezar û 360 polîs li qadê wezîfedar bûn jî DAÎŞ'ê bomb xist qada mitîngê û komkujî pêk anî. Qurbaniyên komkujiyê di salvegera 9’emîn de bi meşekê meşaleyî hatin bibîranîn.   Meş bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat lidarxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Tarik Tatli, parlamenterên DEM Partî Ceylan Akça û Sînan Çîftyurek, kesên di komkujiyê de birîndar bûne û gelek kes tevlî meşê bûn.   Girseya li ber Deriyêçiyê hatin ba hev, bi meşaleyan hate Qada Stasyonê ya Amedê cihê ku komkujî lêpêkhat meşiyan. Girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Amed, Pirsûs û Enqere kujeran ji bîr neke”, “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me” berz kirin.   Di meşê de desteserkirina Şaredariya Colemêrgê jî hat protestokirin û dirûşmeyên “Ya me ya me ye, şaredarî ya me ye” hatin berzkirin.   Li qada komkujiyê Hevserokê DEM Partî yê Amedê Abbas Şahîn axivî. Şahîn anî ziman ku ew ê tu carê komkujiyê ji bîr nekin û got: “Wê komkujî timî di bîra me de zindî bimîne. Welat di nava 9 salan de her ku çû ji demokrasiyê durket. Rewşa Awarte di asta herî jor de ye. Em kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”   Parlamenterê DEM Partî yê Wanê Sînan Çîftyurek jî axivî û got: “Dîroka Tikriyeyê dîroka komkujiyan e.”   Parlamentera DEM Partî Ceylan Akça jî bertek nîşanî amîrê polîsan ê xwest bi megafonê mudaxeleyî axaftinan bike da û got: “Organîzatorê DAÎŞ’î yê Komkujiya Enqerê kir, 40 caran çû MÎT’ê. Megafonên we çima ji bo DAÎŞ’ê ne rabû? Lê gava malbetek biêş, êşa xwe vedibêje megafonên we deng derdixe.”