Xelkê Îzmîrê bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Nayê qebûlkirin 2024-06-06 09:34:35 ÎZMÎR - Welatiyên li Îzmîrê ku tayinkirina qeyûm wekî "heqareta li gel" bi nav kirin, wiha gotin: "Divê yê ku gel hilbijartiye esas bê girtin. Ya tê kirin dîktatorî ye."    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, piştî di 3'yê Hezîranê de hat binçavkirin, ji peywirê hat dûrxistin û di heman rojê de qeyûm tayinî şûna wî hat kirin. Piştî tayinkirina qeyûm li gelek bajaran protesto dest pê kirin. Portestokirina tayinkirina qeyûm didomin. Li Îzmîrê jî welatiyan bertek nîşanî xespkirina vînê dan.    'DIVÊ RÊZ LI VÎNA GEL BÊ GIRTIN'   Îslam Ozdek ku tayinkirina qeyûm wekî "heqareta li gelê kurd" nirxand got: "Ev neheqî ye. Şaredariyê bi dest xistine, lê vîna wan tê redkirin. Divê gel rabe ser pêyan."    Cîhat Burket ku mafê hilbijartinê bibîr xist got: "Gel kê hilbijartibe, divê esas bê girtin."    ‘DIVÊ BERTEK BERBELAV BIBIN'   Serpîl Çirakê jî got: "Em li cem gelê Coelmêrgê ne. Ne rast e ku mafê hilbijartinê bê binpêkirin û qeyûm bê tayinkirin." Çirakê destnîşan kir ku divê her kes piştgiriyê bide vê berxwedanê.    'AKP ENCAMÊ QEBÛL NAKE'   Cahît Urkek jî diyar kir ku ew bi awayekî demokratîk be rbi hilbijartinê ve çûne û got: "Lewma divê her kes rêzê li encaman bigire."    Adîl Şengul jî destnîşan kir ku divê her kes li dijî polîtîkaya tayinkirina qeyûm rabe û got: "Divê em bi hev re bitêkoşin. Divê ehmû partiyên siyasî piştgiriyê bidin vê berxwedanê."    ‘DÎKTATORÎ YE'   Melek Akar got: "Gava li hesabê wan neyê qeyûm tayin dikin. Ger em bibin yek wê her tişt rast bibe."    Eylul Ozturkê jî bilêv kir ku li vî welatî hiqûq û edalet tune ye.    Kerîm Aksoy anî ziman ku biryara hatiye dayîn ne rast e û got ku divê bertek bidomin, yan na wê hemû şaredarî biçin.    Yûsûf Ozer jî bilêv kir ku gel di berxwedanê de mafdar e û got ku ya hatiye kirin nayê qebûlkirin.