Hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser hatin taloqkirin 2024-06-06 11:30:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyan taloqî meha tebaxê kir.      Dihat payîn ku hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 11’ê hezîranê de bihatina lidarxistin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hilbijartin hatine taloqkirin. Komîseriyê destnîşan kir ku li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, hilbijartin taloqî meha tebaxê hatine kirin.    Bi domdarî wiha hate gotin: “Li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, dîsa ji ku proseya hilbijartinan bi awayekî demokratîktir derbas bibe, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku hilbijartinên ku çav li rê bû di 11’ê hezîranê dê bên lidarxistin, taloqî meha tebaxê hatin kirin.     Partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne ji komîseriyê xwest in ku dema hilbijartinan were taloqkirin. Li gorî partî û hevbendiyên beşdarî hilbijartinan bûne, dema ku propgandaya hilbijartinana ji bo namzetan hatiye diyarkirin teng e. Sedema din a taloqkirinê demeke têr lazim e ku bangawazî li rêxistinên navneteweyî were kirin da ku çavdêriya hilbijartinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”    Partî û hevbendiyên siyasî yên ku daxwaza taloqkirina hilbijartinan kirine ev in: “Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Lîsteya bi hev re ji bo Çêtirîn Raje û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî).”