Îdianameya têkildarî şewata Kuluba Şevê: 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hat xwestin 2024-06-06 13:08:05   STENBOL - Îdianameya doza şewata kuluba şevê ya li Beşîktaşê ku 29 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hate temamkirin. Di îdianameyê de ji bo 9 bersûcan ji 2 sal û 8 mehan heta 22 sal û 6 mehan ceza hate xwestin.    Di şewta kuluba şevê ya li Beşîktaş a Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û îdianameya têkildarî şewatê hate temamkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de derheqê 9 kesan de bi sedema “bi qisûra zanebûn bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” doz hatibû vekirin. Di îdianameyê de ji bo her 9 kesan heta 22 sal û 6 mehan cezayê hefsê hate xwestin.    Di îdianameyê de 27 gilîker û 9 bersûc hene. Di îdianameyê de ji ewil qala kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayîn hate kirin. Di encama xebatên dozgerî û şandeya kesên pispor de hat tespîtkirin ku xwediyên kuluba şevê Şahzade Şekergumuş, Fatma Dortgul û Mehmet Menduh Ceylan û midûrê berpirsyar jî Îsmet Şen e.    PERWERDE NEHATIYE DAYÎN    Di îdianameyê de hat destnîşankirin ku li gorî xala “berpirsyartiya giştî ya karsaz” a di Qanûna Tenduristî û Ewlehiya Kar de nehatiye tevgerîn û karker nehatine perwerdekirin. Hat gotin ku şewat ji ber çirûskên makîneya qeynaxkirinê derketiye, pergala vemirandinê ya sprînkeran û dolabên şewatê nedixebitiyan û ekîpmanên kar weke di qanûnê de hatine destnîşankirin nebûne. Bi domdarî kêmasiyên din hatin rêzkirin û hat gotin ku bersûc biqisûr in.    DÊ XEBATKARÊN ŞAREDARIYÊ CUDA BÊN DARIZANDIN    Di îdianameyê de hat gotin ku dê cîgirên Şaredarê Beşîktaşê yên demê, midûrê venêrîna rûxsetê, cîgirê midûrê agirkujiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û amirê zabiteyên agirkujiyê jî cuda bên darizandin.    CEZAYÊ HATIYE XWESTIN   Di îdianameyê de ji ber sûcê “Bi qisûra zanebûn bûne sedema mirin û birîndarbûna gelek kesan” li bersûc Kahraman Erdem, Çagatay Altunel, Şahzade Şekergumuş, Fatma Dortgul, Mehmet Memduh Ceylan, Îsmet Şen, Dursun Çelîk, Sîbel Çelîk û Îbrahîm Bîldirîcî ji 2 sal û 8 mehan heta 22 sal û 6 meh cezayê hefsê hate xwestin.    Îdianame ji hêla 33’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin û bersûc dê di rojên pêş de derkevin pêşberî dadger.