DEM Partiyiyan pankarta ‘Bicehnime qeyûm’ bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin 2024-06-06 13:58:51   STENBOL - Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê pankarta “bicehnime qeyûm” bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin û li dijî feraseta qeyûm banga têkoşîna hevpar li rêxistinên girseyî yên demokratîk kirin.    Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û parlamenterên Stenbolê Kezban Konûkçû û Celal Firat bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê pankarta “bicehnime qeyûm” bi Pira Bogazîçiyê ve daliqandin.    ÇÎÇEK: DÊ DARBEKAR WINDA BIKIN    Parlamenteran piştî daliqandina pankartê li ser pirê axaftinek kirin. Hevberdevkê HDK’ê Çîçek ê ewilî axivî, wiha got: “Ji Geziyê heta Kobanê ji Stenbolê heta Colêmêrgê yên ku winda bikin dê bibin darbekar. Yên ku serbikevin jî dê bibin gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. Em ê serbikevin.”   KONÛKÇÛ: DIVÊ EM LI DIJÎ FERASETA QEYÛM BI HEV RE LI BER XWE BIDIN   Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konûkçû ya pişt re axivî jî diyar kir ku destûr nadin ku vîna gelê kurd were xespkirin û ev bang li rayagiştî kir: “Ji ber ku xespkirina vîna gelê kurd, xespkirina vîna hemû gelan e. Ji bo ku vê pergala talan û derewan bidomînin her tim vîna gelê kurd xesp dikin. Em vê qebûl nakin. Em ji vir bang li hemû girseyên demokratîk dikin; divê em li dijî feraseta qeyûm bi hev re li ber xwe bidin. Em neçarin ku bên bahev.”   FIRAT: SERKEFTIN YA ME YE   Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat jî wiha got: “Hem hûn ê bibêjin ‘serwerî bê şert û merc a gel e’ hem jî qeyûm tayînî vîna gel bikin. Heke serwerî bê şert û merc a gel be wê demê divê teqez rêzê ji vîna gel re bigirin. Serkeftin ya me ye.”   Parlamenteran pişt re ligel çepik û tilîliyan dirûşmeya “Bijî berxwedana Colemêrgê” berz kirin.