Şewata li Mêrdînê hate kontrolkirin 2024-06-06 14:06:53 MÊRDÎN - Bi mudaxileya tîmên agirkujiyê ya li şewata li qada daristanê ya li navçeya Artûklûyê derket, şewat hate kontrolkirin.  Di navbera gundê Xincika û Diyarê Dêrê yên navçeya Artûklû ya Mêrdînê di saetên serê sibê de ji ber sedemekî nayê zanîn şewat derket. Li ser şewata ku welatiyan hewl da mudaxile bikin mezin bû, tîmên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şewata ku bi wesayîtan û hêza mirovan mudaxile lê kirin piştî 5 saetan hate kontrolkirin.    Bi sedan donimên erdê ji şewatê bi bandor bûn.