Ji bo protestokirina qeyûm bang kir 2024-06-06 14:59:06 STENBOL - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek ji bo protestoyên qeyûm ku dê di li du noxteyên cuda yên Stenbolê li dar bixin banga tevlibûnê kirin.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li dijî xespa vînê ya li Colemêrgê dê li du herêmên li Stenbolê çalakiya protestoyê li dar bixe. Çalakiya li Kadikoyê êvarî saet di 20.00’an de li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê ye û li Gazîosmanpaşa jî saet di 19.00’an de li Taxa Karayollari ye.   Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek destnîşan kir ku divê li dijî darbeya qeyûm herkes dengê xwe bilind bike.    ‘EM BERXWEDANA DEMOKRATÎK MEZIN BIKIN’    Çîçek, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li dijî darbeya qeyûm a li Colemêrgê peywîra me hemûyan e ku dengê xwe û berxwedana demokratîk mezin bikin. Darbeya qeyûm ku îro em pê re rûbirû nene tenê li dijî gelê kurd e, li dijî hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê çêkirina pirekê ya ji Stenbolê heta Colemêrgê tê wateya xwedî derketina mîrateya Denîzan ên li ser Çemê Zê Pira Ciwanan a Şoreşger çekirine û li dijî gefên li ser pêşeroja me helwest e. Ya ku faşîzm ditirse jî ev ruhê têkoşîna yekgirtî ye. Em careke din bang dikin; Darbekar dê winda bikin, têkoşîna azadiyê ya gelan dê serbikeve.”