Şandeya KESK'ê li Colemêrgê ye: Rêzê li vîna gel bigirin 2024-06-06 17:45:55   COLEMÊRG- Şandeya KESK’ê ku li dijî desteserkirina şaredariyê çûn Colemêrgê gotin, “Aliyê wê yê mirovî, exlaqî nîne, zordarî ye.”   Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz û endamên MYK’ê yên ji bo protestokirina desteserkirina vîna gel hatin bajêr, xwestin rêz li ber vîna gel bê girtin. Gelek kesên ku bi dirûşmeyan heta pêşiya walitiyê meşiyan, li vir daxuyanî dan.   ‘PÊKANÎNÊN FAŞÎZAN MAYÎNDE KIRIN’   Karagoz wiha got: “Em dixwazin berê xwe bidin edaletê, lê li vî welatî edalet tune ye. Em ji bo her kesê edaletê dixwazin. Li cihekî ku edalet nebe şaredariyê bi serê xwe de bikin! Qeyûm wê biçe, yên li ber xwe didin wê bimînin. AKP bi têgihiştina xwe ya şaredariya talanker di 31’ê Adarê de li hember gel têk çû. Niha qeyûmê diavêjin Şaredariya Colemêrgê. Em ê vê tu carî qebûl nekin. Divê teqez ji vê biryarê vegerin. Bi darê zorê binçavkirina hevşaredar eşkere dike ku pêkanînên faşîzan li vê welatî mayînde bûne. Em vê rewşê protesto dikin. Li Colemêrgê zordarî li gel hatiye kirin. Mehmet Akiş vîna vê gelê ye û çi dibe bila bibe wê wisa bimîne. Divê demildest dev ji vê darbeya li dijî vîna gel berdin.”   Parlementerê DEM Partî Sirri Sakik jî wiha got: “Em ê serî li hember zor û zilmê nedeynin. Hûnê di vê xakê de rêz li ber vîna gelê Kurd bigirin.”