Der barê Hevşaredarê Tetwanê de lêpirsîn 2024-06-06 18:08:04   BEDLÎS -Der barê Hevşaredarê Tetwanê yê DEM Partiyê de bi hinceta ku wêneyê Tayyîp Erogan ji odeya meqamê derxistiye lêpirsîna fermî hat destpêkirin.   Derbarê Hevşaredarê DEM Partiyê Mumîn Erol ku hilbijartinên şaredariya Tetwanê ya Bedlîsê qezenç kir, lêpirsîn hat destpêkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Tetwanê bi hinceta ku wêneyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erogan ji odeya meqamê derxistiye derbarê Erol bi sûcê “heqret li Serokkomar kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.   Hîna tu belge ji bo hevşaredar re nehatiye şandin.