Li Kadikoyê desteserkirina vînê hat protestokirin 2024-06-06 22:48:35   STENBOL - Ji bo protestokirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Kadikoya Stenbolê mitîng hat lidarxistin û banga mezinkirina têkoşîna hevpar hat kirin.   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Kadikoya Stenbolê çalakiya protestoyî li dar xist. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, rêveberên navçe û bajar ên DEM Partiyê, Serokê CHP’ê yê navçeya Kadikoyê Alî Narîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, femînîst, partiyên siyasî û bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hat vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî berxwedana Colemêrgê”, “Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor” hat berz kirin.   Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê li vir axivî û wiha got: “Ji bo ku gel vîna xwe hilbijêre hilbijartin hat kirin, lê desthilatdariya AKP-MHP’ê vîna gelê Kurd nas nake. Desthilatdarî dixwaze destkeftiyên gelê Kurd desteser bike. Em ji AKP-MHP’ê re dibêjin; em we nas nakin, şaredariyên xwe nadin. Em ê heta dawî vîna gelê Kurd biparêzin. Dixwazin Kurdistanê dagir bikin. Heta îro me serî li ber we netewand ji vir şûnde jî netewînin. AKP’ê wê biçe. Em ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe bidin.”   Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî wiha got: “Divê em li hemberî desthilatdariya qeyûmê yek bibin. Em ê bêdeng nemînin û pêvajoyê qebûl nekin. Heta ku ji fikra qeyûmê vegerin, em ê bi gel re li qadan bin. Wê qeyûm herin û demokrasî bi ser bikeve.”   Serokê CHP’ê yê navçeya Kadikoyê Alî Narîn berteş nîşanî desteserkirina vînê û zilma polîsan a li hember gelê ku dixwazin li kolanan xwedî li vîna xwe derkevin, da û wiha got: “Desthilatdariya Erdogan emrê xwe qedand. Erdogan û Bahçelî wê herin, em ê bimînin, vîna gel wê ser bikeve.”   Berdevka Partiya Tevgera Kedê (EHP) Ozge Akman destnîşan kir ku AKP’ê qeyûmê ji bo gel rewa dibîne û got: “Colemêrg ne bi tenê ye. Em soz didin ku qeyûmê bişînin.”   Metna daxuyaniyê jî ji aliyê rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Îlhan Çelîk ve hate xwendin. Çelîk got: “Em ê li vê xakê rê nedin waliyên qirkirinê. Xeta me berxwedana Wanê ye. Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê. Hûn hezar car biceribînin jî bi zor û tundiyê nikarin li gelê me bidin qebûlkirin. Hûn nikarin bi zor û tundiyê vîna me teslîm bigirin. Em bang li hemû gelm xwe, parêzvanên demokrasiyê, jin, ciwa û mûxalefetê dikin ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê rabin. Helwesta mûxalefetê ya li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê wê pêşeroja nêz ya Tirkiyeyê diyar bike.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.