Nameyên wan neşandin Îmraliyê: Hincet 'dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan' 2024-06-07 09:01:16 STENBOL - Nameyên girtiyên bi navê Ronahî Sirdaş û Gulistan Yilmaz ên ji bo Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, bi hinceta "dilsoziya bi Abdullah Ocalan re, dûrneketina ji rêxistinê" nehatin şandin. Nameyên Ronahî Sirdaş û Gulistan Yilmaz ên li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê re nivîsandin û şandin, "talûke" hatin hesibandin. Nameyên ku Komîsyona Xwendina Nameyan a Girtîgehê der barê wan de biryara "talûke ne" da, ji aliyê lijneya disiplînê ve biryar hat dayîn ku neyên şandin.    Nameya Ronahî Sirdaş bi hinceta ku tê de gotinên "dilsoziya ji bo Abdullah Ocalan hene" û "ji rêxistinê veneqetiyaye" û cînavka "em"ê nehatin şandin.    Beşa nameya Sirdaş ya wekî "talûke" hat hesibandin wiha ye: “... Ez te bi hurmet hembêz dikim. Ez we bi hezkirin silav dikim. Hêvî dikim ku hûn bi her awayî baş bin. Hevrêyê min ê hêja, ji zû de ye me tu xeber ji we negirtiye. Ji ber vê em bi her awayî ketine tatêla tenduristiya we û rewşa we. Em li benda xebereke we ne. Em baş in û moralê me baş e. Em ji 27'ê Mijdarê ve bi awayekî fiîlî di çalakiyê de ne. Helbet em hewl didin ruhê xwe û tenduristiya xwe biparêzin. Lê belê nebûna derfetan kiriye ku em li ber xwe bidin. Wekî hûn jî her tim dibêjin, em di van şertan de pir nikarin afirîner bibin. Lewma em mehcûbiyeta wê ji kûr ve hîs dikin."    Sirdaş li dijî biryara lijneya disiplînê serî li 1'emîn Dadgeriya Înfazê ya Kayseriyê da, dadgeriyê ji bo ji nû ve nirxandinê biryar da ku ji heman saziya înfazê re bê şandin.    Nameya Gulistan Yilmaz a ji Omer Hayrî Konar re şand jî bi heman hincetê nehat şandin û der barê wê de jî heman biryar hat dayîn.    MA / Dîren Yûrtsever