Sêrtiyan bertek nîşanî tayinkirina qeyûm dan: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin 2024-06-07 09:02:24   SÊRT - Welatiyên Sêrtê tayinkirina qeyûm wekî "têkçûyîna di hilbiajrtinê de" nirxandin û li dijî polîtîkayên tayinkirina qeyûm îşaret bi berxwedanê kirin.    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Colemêrgê didomin. Çalakiya nobedê ya li ber şaredariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ket roja 5’an. Welatiyên li Sêrtê li dijî tayinkirina qeyûman di çalakiyê de ne, peyama berxwedanê dan.    Kenan Sezgîn anî ziman ku qeyûm tê wateya tunehesibandina vîna gelê kurd û got: “Ya nehêlin kurd beşdarî hilbijartinê bibin yan jî vê feraseta tayinkirina qyeûman ji navê rakin. Êdî bes e.” Sezgîn destnîşan kir ku divê gelê kurd li hemberî qeyûman li ber xwe bide û got: "Eger em li ber xwe nedin, îro Colemêrg, sibe wê Sêrt, Wan û bajarên din bin. Wê li bajarên Kurdistanê yek bi yek qeyûm bên tayînkirin."   ‘JI SIYASETA KURDAN DITIRSIN'   Abdullah Ertan got: “Qeyûm desteserkirina berxwedan, nasname û siyaseta gelê kurd e. Ger gelê kurd li hemberî vê pêvajoyê li ber xwe bide wê paş de gav bên avêtin." Ertan destnîşan kir ku divê gelê Tirkiyeyê û kesên demokrasîxwaz qeyûmtiyê qebûl nekin û bertek nîşan bidin.   Ahmet Gunduz ê ku got "Neheqî ye. Tên hilbijartin, lê qeyûman tayin dikin" bilêv kir ku vîna gelê kurd tune tê hesibandin.    ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN'   Derman Korkût Ata jî anî ziman ku qeyûm bêhiqûqîtî û bêedaletî ye û got ku ew bi tu awayî qeyûman qebûl nakin. Ata got: "Eger hûn ê qeyûm tayîn bikin, mafê hilbijartinê esas negirin. Divê em li ber xwe bidin. Ger em li ber xwe nedin, em ê winda bikin, em li ber xwe bidin, em ê bi ser bikevin. Wekî Wanê. Berxwedan pêşî li kolanan dibe. Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin."   Sevîm Akkûş diyar kir ku divê şaredarî ji aliyê kesên hilbijartî ve bên birêvebirin û wiha got: “Ez li dijî tayinkirina qeyûma me. Ger gel hilbijartibe, mesele qediyaye."   Mesût Keleş anî ziman ku ew naxwazin qeyûm bên tayinkirin û wiha got: “Em qeyûman şermezar dikin. Dixwazin gelê kurd tune bikin. Pêwîst e vîna gelê kurd li hemberî qeyûman bê parastin."    Welatiyek din ê bi navê Ramazan Ozbay jî bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: “Em li dijî tayînkirina qeyûman e. Em naxwazin şaredar berbayî lîstikên wiha bibin. Em gel li dijî pergala qeyûmtiyê ne. Sedema tayînkirina qeyûman têkçûna di hilbijartinê de ye."