Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin 2024-06-07 09:54:29   ÎZMÎR - Kesê bi navê Îbrahîm Koçer li navçeya Bucayê hevjîna xwe Nûrtaç Koçer qetil kir.    Kesê bi navê Îbrahîm Koçer (51) li navçeya Buca ya Îzmîrê hevjîna xwe Nûrtaç Koçer (45) qetil kir. Îbrahîm Koçer şevê din keçên xwe N.K. (26) û E.K. (9) ji malê şand û piştre ji ber sedemeke nediyar bi hevjîna xwe Nûrtaç Koçer re kete nîqaşê û qetil kir. Koçer, piştre jî întîhar kir. Zarokê Nûrtaç Koçer a piştre hate malê, cenazeyên dayik û bavê xwe dît. Li ser qêrînên zarokê, cîranan agahî dan polîsan. Li cihê bûyerê komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Komên tenduristiyê tespîtkirin ku Nûrtaç û Îbrahîm Koçer li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane.    Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenaze rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê.