Ahmet Kaya: Hiqûqa mêtingeriyê tê ferzkirin 2024-06-07 10:44:36   AMED - Hevşaredarê Erxenî yê berê Ahmet Kaya tevî ku hatibû beraetkirin jî venegeriyabû ser wezîfeya xwe. Kaya got tiştên diqewimin ew wek “hiqûqa mêtingeriyê” pênase dikin û got: “Wîjdanê van nemaye. Li ber zilma van rabin.”    Wezareta Karên Navxweyî di 3’yê Hezîranê de Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ji wezîfeyê girt û waliyê Colemêrgê wek qeyûm tayînî şûna wî kir. Dozek 10 sal in der barê Akiş de didome kirin hinceta tayînkirina qeyûm û girtina wî. Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan piştî tayînkirina qeyûm daxuyanî da û îdia kir ku tişta wan kiriye “hiqûqî” ye.    Hê kirin û rûxandinên qeyûmên serdema 2019’an di rojevê de ye vê carê dîsa desthilatdariyê serî li rêbaza qeyûman da. Ahmet Kaya, di hilbijartina xwecihî ya adara 2019’an de li navçeya Erxenî ya Amedê ji HDP’ê hevşaredar hatibû bijartin. Ahmet Kaya di 23’yê adara 2020’an de ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Kaya ji doza ku kirin sedema ji wezîfe girtina wî hatibû beraetkirin. Lê tevî ku hatibû beraetkirin jî li kar û wezîfeya xwe nehat vegerandin.    Ahmet Kaya geşedanên dawî ango tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê nirxand.    ‘QEYÛMAN JI XWE RE KIRIYE RÊBAZ’    Kaya diyar kir ku tayînkirina qeyûman ji bo rejîmê veguheriye rêbazek rejîmî û got: “Wisa xuya dike ku ji bo qeyûm tayînî ser şaredariyên DEM Partiyê dê gelek bahaneyan bibînin. Ev pêvajoya ku ji sala 2016’an ve dest pê kiriye û heta îro didome, di serdema 2019-2024’an de ji bilî çend şaredariyan qeyûm tayînî ser hemû şaredariyên HDP’ê kirin. Niha jî dixwazin ji Colemêrgê dest pê bikin. Hê du bi ser re derbas nebûye qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê kirin. Dema meriv li axaftina Erdogan a du roj berê guhdar û temaşe dike jî tê dîtin ku wê pêvajoya tayînkirina qeyûman berdewam bike. Ji ber vê yekê jî ev ji bo desthilatdariyê bûye rewşek asayî û rejîmek zilmkar. Dixwazin civakê hînî qeyûman bikin. Divê civak li ber vê yekê rabe.”    ‘LI KURDASTANÊ CUDA NE LI TIRKIYEYÊ CUDA NE’    Kaya destnîşan kir ku tişta li bakurê Kurdistanê diqewime ew wek, “hiqûqa mêtingeriyê-dagirkeriyê” û “hiqûqek du alî” pênase dikin û wiha got: “Desthilatdarî li bakurê Kurdistanê cuda ye, li rojavayê Tirkiyeyê cuda ye. Yanî ji bo me kurdan pergalek din a hiqûqî bicih dike û li rojavayê Tirkiyeyê pergalek din a hiqûqê bicih dike. Jixwe ev hemû kirinên wan xwe bi awayek eşkere radixe ber çavan. Darizandin û cezakirina siyasetmedarên kurd jî pergala wan hiqûqê ya du alî dide nîşandan. Pirr bi awayek eşkere dewlet û hikûmet niha li bakurê Kurdistanê hiqûqek cuda disepîne.”    ‘BERXWEDAN REWA YE’    Kaya destnîşan kir ku li dijî rejîmên zilmdar li ber xwe dan mafek rewa ye û got: “Divê li dijî zilmê berxwedan were nîşandan. Li Tirkiyeyê her roj qad li muxalîfan tê tengkirin. Her kes para xwe ji vê tengajiyê digire. Her ku em xwe paşve bidin wê biajon ser me. Divê em helwestek xurt nîşanî zilm û derhiqûqiya wan bidin.”    AKP’YE OY VERENLERE: ZULME MEYLETMEYİN   Kaya bang li hilbijêrên muhafazakar, demokrat ên di nava AKP’ê de kir û got: “Êdî viya bibînin; ev partî hemû tiştên xwe li ser mazlûmiyet û mexdûriyê ava dike. Yên ku behsa mazlûmbûnê û mexdûrbûnê dikin, îro radibin çi dikin? Çîrokên xwe li ser mazlûmiyet û mexdûriyetê dihûnînin. Lê êdî bi van re li ser navê wîjdanê tiştek nemaye. Heke hûn li ser navê oldarî, baweriyê rayên xwe didin AKP’ê, lê bizanibin ku we baweriya xwe bi bawerî û olek xelet aniye. Divê ku hûn êdî hincetên AKP’ê yên nenaskirina îradeya gel bibînin. Nebin aliyê zilmê û ola sexte.”    MA / Mujdat Can