Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn 2024-06-07 13:38:23   AMED - Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr, dê sibê li kolana lê hatibû qetilkirin bê bibîranîn.     Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê di 8’ê hezîrana 1992’yan de li Amedê hatibû qetilkirin dê li kolana li ser Cadeya Melîk Ahmet a li navçeya Sûrê ku navê wî lê hatibû kirin bê bibîranîn. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî bîranînê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kir û wiha got: “Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê dê li Kolana Hafiz Akdemîr a li ser Cadeya Melîk Ahmet a navçeya Sûr a Amedê ku di 8’ê hezîrana 1992’yan de lê hatibû qetilkirin û navê wî lê hatibû kirin bê bibîranîn.”    HAFIZ AKDEMÎR KÎ YE?    Hafiz Akdemîr di sala 1964’an de li Amedê ji dayik bû. Bêyî ku lîseyê biqedîne hate girtin. Dema ji girtîgehê derket di cotmeha 1991’an de di rojnameya Yenî Ulkeyê ya heftane ya li Amedê weşan dikir dest bi rojnamevaniyê kir. Akdemîr pişt re bû nûçegihanê Ozgur Gundemê yê Amedê. Dema ji mala xwe ber bi buroya Ozgur Gundemê ve diçû rastî êrişa çekdarî hat û di 27 saliya xwe de hate qetilkirin.    Piştî ku cînayeta Akdemîr heşt salan weke “kiryarên ne diyar” ma li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di sala 2000’an de Doza Sereke ya Hîzbûllahê ya ji 31 bersûcan pêk tê dest pê kir. Akdemîr, di nava 188 cînayetên bûn mijara vê dozê de cih girt. Bersûcê Hîzbûlahê Fûat Balca têkildarî cînayetê got ku wî bi xwe çavdêrî kiriye, Mahmût Kaya talîmata çalakiyê daye û çek bi dest xistiye û Cîhan Yildiz ê bi nasnavê “Huseyîn” tetîk kişandiye. Dadgehê di 20’ê mijdara 2009’an de li Balca û 15 bersûcan cezayê muebedê yê hefsê birî. Lê bêyî ku ji dosyaya çû 9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind biryarek derkeve, di 1’ê çileya 2011’an de Qanûna Mûhakemeyên Cezayî (CMK) ket meriyetê. Di vê çarçoveyê de 12 bersûcên 10 salên wan tejî bûn bişert di 3’yê çileya 2011’an de hatin berdan. Balca yê ji ber Akdemîr qetil kir dihate darizandin di nava kesên hatibûn berdan de bû.    9’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind piştî 11 rojan di 14’ê çileya 2011’an de biryar dabe ku bersûcên bişert hatibûn berdan bên girtin jî Balca nehate dîtin. Dadgehê di 26’ê çileya 2011’an de cezayê muebedê yê Balca û 15 bersûcên din pejirand. Hate îdiakirin ku Mahmût Kaya dema di gulana 2000’an de li Kartal a Stenbolê bi polîsan re kete pevçûnê hatiye kuştin. Bersûcê tetîkkêş Cîhan Yildiz ê bi nasnavê “Huseyîn” jî li girtîgehê tê ragirtin.