Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome 2024-06-07 14:38:52   AMED - Operasyona leşkerî ya li gundên navçeya Liceyê hatine destpêkirin didome. Hat zanîn ku operasyon hatiye berfirehkirin.    Artêşa tirk duh bi şev li gundên Dêrxust, Cinezûr, Hûseynik, Pirik û Panavê yên navçeya Lice ya Amedê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Hat zanîn ku operasyon hatiye berfirehkirin. Di çarçoveya operasyonê de di ketin û derketina gund û mezrayan de noqteyên lêgerînê hatine danîn.    Operasyona li herêmê didome û heta niha jî tu agahî nehatine bidestxistin bê ka pevçûn derketine yan na.