Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome 2024-06-07 21:22:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên nobedê yên li dijî desteserkirina vînê de peyama, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat dayîn.   Li gelek bajaran nobetên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dewam dikin.   AMED   Çalakiyên nobetê yên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Amed û navçeyên wê dewam dikin. Endamên Platforma Ked û Demokrasiyê li Qada Şex Seîd li hev civiyan û bi çepik û dirûşmeyên “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye”, “Her der Colemêrg, her der berxwedan”, “Bijî berxwedana Colemêrgê” meşiyan. Meş heta Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dewam kir. Girseya li cihê nobetê bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” meşvanan pêşwazî kirin.   BAJARÊ NÛ   Li navçeya Bajara Nû bertekên li dijî desteserkirinê dewam dikin. Hevşaredarê Rezanê Mehmet Ergun li navçeyê serdana cihên Bazarê kir û bang li gel kir ku tevlî nobetê bibin. Piştre hevşaredar û kesên pê re çûn pêşiya şaredariyê û dest bi çalakiya nobetê kirin.   ŞIRNEX   Çalakiyên nobetê yên li pêşiya şaredariyên Cizîr, Hezex û Silopya yên Şirnexê di roja 4’an de dewam dikin. Parlementerên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredar, endamên STK’ê piştgirî dan çalakiya li pêşiya şaredariya Silopiya. Di çalakiyê de klamên berxwedanê hatin gotin û dirûşmeya “Qeyûm nikarin me rawestînin” hatin berzkirin.   EDENE   Çalakiya nobetê ku partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bi pêşengiya Rêxistina Edeneyê ya DEM Partiyê bi dirûşmeya “Em li dijî qeyûmê di nobetê de ne” di roja 2’an de dewam kir. Girseya ku li Parka Heykellî li hev civiyan, dowîzên “Şaredarî yên me ne, em ê destûrê nedin desteserkirinê” hilgirtin û dirûşmeyên “Her der Colemêrg, her der berxwedan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Li dijî qeyûmê mil bi mil” berz kirin.   Polîs bi hinceta “ewlehiya giştî” girseyê dorpêş kir. Alîgirên DEM Partiyê di dorpêça polîsan de çalakiya rûniştînê kirin û tevî germahiya zêde çalakiya xwe domandin. Hevserokê DEM Partî yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna gel li qadan bin.