ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2023'YAN 2024-06-08 09:00:30 * Parezerê OHD'î Azat Bayram, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê belav bûye û got: "Tecrîta girankirî ya bi awayekî zincîrkirî li girava Îmraliyê dest pê dike, li hemû kolan, tax, sazî, kes û civakê belav dibe. Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hiqûqî ya hevpar e."   * Li Girtîgeha Marmarayê bi hincezat protestokirina Komkujiya Girtîgehê ya di 19'ê Kanûnê de, li 22 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn.   * Parêzer Alî Qurbanî ku ji bo Hatem Ozdemîr ê ku Îranê cezayê darvekirinê lê biriye hewl tevdigere, diyar kir ku 50 rojî mafê parêzertiyê yê Ozdemîr esas nehatiye girtin û dibe ku cezayê darvekirinê ji nişka ve bê înfazkirin.    * Berdana Sedat Atsiz ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, cara duyan hat taloqkirin. Malbata Atsiz li dijî binpêkirinê serî li ÎHD'ê da.    * Girtiya nexweşa giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, tevî nexweşa penceşêrê ye jî kontrolên wê yên rûtîn nayên kirin.    * Şaxa OHD’ê ya Rihayê dê bi tevlibûna parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol li Baroya Rihayê bi serenavê “Bi perspektîfa azadîxwaz nêrîna li tecrîdê” panelekê li dar bixe. (11.00)    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin dê 1002’yemîn çalakiya xwe ku her hefte li Qada Galatasarayê pêk tînin li dar bixin. (12.00)    * Çalakiyên malbatên windakiriyan û ÎHD'ê yên bi dirûşma "Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin" dane destpêkirin dê li Îzmîr, Êlih û Amedê berdewam bikin. (12.00-13.00) /// ZINDÎ   * Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş dê daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ya 509’emîn li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê li dar bixe. (13.30)    * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di hefteya 637’emîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte li dar dixin dê li ber avahiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê li dar bixin. (13.30)    * Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr ê hatibû qetilikirin wê li kuçeya ku lê hatibû qetilkirin li Sûrê were bibîranîn. (17.30) ZINDÎ   * Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê dê li têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşxane ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00) ZINDΠ   * Partiyên siyasî yên li Îzmîrê dê li dijî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (18.00-18.30)    * 6’emîn Rojên Ma Musîcê dê bi konsera xwendekaran a li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajare Mezin û panela li Çand Ma’yê dê bidomin (12.00-18.30)    * Tayînkirina qeyûm a Şaredariya Colemêrgê dê bi çalakiyên nobetê yên li ber deriyên şaredariyên DEM Partiyê û gelek noxteyên din were şermezarkirin. (19.00-24.00)