Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt 2024-06-08 09:00:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Alî Qurbanî ku ji bo Hatem Ozdemîr ê ku Îranê cezayê darvekirinê lê biriye hewl tevdigere, diyar kir ku 50 rojî mafê parêzertiyê yê Ozdemîr esas nehatiye girtin û dibe ku cezayê darvekirinê ji nişka ve bê înfazkirin.    Hatem Ozzdemîrê HPG'î ku di sala 2019'an de bi birîndarî ket destê hêzên Îranê, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdiaya "li hemberî dewletê serîhildana çekdarî" cezayê darvekirinê lê hat birîn.    Parêzerê wî Alî Qurbanî ku bi ajansa me re axivî, diyar kir ku ew bi dilxwazî parastian Oazdemîr dike, lê belê rejîma Îranê mafê parêzertiyê yê Ozdemîr qebûl nake.    50 ROJ ÎŞKENCE   Qurbanî ragihand ku Ozdemîr bi birîndarî hatiye girtin û ji dêvla ku sewqî nexweşxaneyê bê kirin li binkeya leşkerî hatiey îşkencekirin û got: "Hatem Xoy, bi birîndarî sewqî Urmiyeyê tê kirin. Jixwe li Urmiyeyê tahde li kurdan tê kirin. Lê gava yê bê girtin gerîlayê HPG'ê be zext zêdetir dibin. Li gor agahiyên bi dest me ketin, ji dêvla ku Hatem bibin nexweşxaneyê wî birine binkeyeke leşkerî û li vir 50 rojî hatiye îşkencekirin û nehatiey dermankirin. Me xwest em pêwendiyê pê re deynin lê rejîma Îranê nahêle."    Qurbanî da zanîn ku bi tu awayî nikarin xwe bigihînin Ozdemîr û got: "Piştî îşkenceyeke 50 rojî ew sewqî dadgehê kirin û bêyî parêzerê wî hebe parastin kir. Ji ber ku di pêvajoya dadgehê de mafê wî yê parêzertiyê esas nehat girtin me nikaribû parastinê bike û hewldanên me yên di vî warî de bêbersiv man. Me îtiraz kir û ji bo careke din bê darizandin me nivîs ji Dadgeha Urmiyeyê re nivîsand, lê dadgehê par bê parêzer ew darizand û cezayê darvekirinê lê birî."    Qurbanî got: "ger bertekeke civakî çênebe dibe ku ji nişka ve bê darvekirin. Ev înfaz, dibe ku di nêz de çêbibe. Lewma divê her kes bertek nîşan bide."     MA / Berîvan Kûtlû