Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e 2024-06-08 09:02:24   ŞIRNEX - Parezerê OHD'î Azat Bayram, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê belav bûye û got: "Tecrîda girankirî ya bi awayekî zincîrkirî li girava Îmraliyê dest pê dike, li hemû kolan, tax, sazî, kes û civakê belav dibe. Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hiqûqî ya hevpar e."     Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê  li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin 39 meh in di bin şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin û ti agahî jê nayê girtin. Mafê hevdîtina bi malbatên Abdullah Ocalan û 3 kesên din ên li Îmraliyê tên girtin bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tê astengkirin. Di navbera salên 2021-2024’an de ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên din herî kêm 6 cezayên dîsîplînê hatin birîn û hevdîtina bi malbatên wan re tê asteng kirin. Tevî serlêdan û îtîrazên parêzeran ên ji bo destpêkirina pêvajoya hiqûqî ya li dijî biryarê jî  heta îro der barê  cezayên dîsîplînê ji parêzeran re agahiyek nehatiye parvekirin.Bertekên li dijî rewşa giran a tecrîdê didomin. Çalakiya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya pirsgirêka kurd" ya ji aliyê girtiyên siyasî ve hatiye destpêkirin dewam dike. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Azat Bayram, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û cezayên dîsîplînê nirxandin kir.    'TECRÎT BI XWE BÊHIQÛQIYE'   Parêzer Bayram, diyar kir ku tecrîda girankirî û cezayên dîsîplînê yên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser civakê bandoreke neyînî dike û wiha axivî: "Bi salane li Girava Îmraliyê tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Tecrîda li ser birêz Ocalan li ser tevahiya civakê belav bûye. Heya niha jî bersiveke cidî nehatiye dayîn û ev jî pêşiya zirareke mezin vedike. Ger ku bi birêz Abdullah Ocalan re têkilî û danûstandin çênebe ev tê wateya texrîbateke mezin. Heke ku kesek cezayê disîplînê bigire jî, ev yek biqanûnê bi riya parezeran tê ragihandin. Ji ber cezayê dîsiplînê dibe ku bi telefonê bê sînordar kirin, dibe ku hevdîtinên fizîkî bên kêmkirin. Lêbelê hûn nikarin hevdîtina kesekî ya bi parezer re bi temamî qut bikin. Agahiya ku hûn derbarê cezayê disîplînê de bidin ev e: Parêzer bi muwekîlê xwe re dicive, bi muwekîlê xwe re dişêwire û dibêje: 'Ev bûyer li vir qewimî. Em vê carê dest bi îtîrazên xwe li saziyên pêwendîdar bikin.' Lêbelê ev civat jî ji aliyê Wezareta Dadê ve nayê dayin.  Di sala 2011’an de çend hevdîtin bi awayekî parçebûyî hatin kirin, lê lê rewşa giran a tecrîdê bi salane tê  dirêj kirin. Tecrît bi xwe bêhiqûqiye. Niha, dema ku em tecrîda giran a ku bi salan dom dike dinirxînin, em dibînin ku rewş ber bi qonaxek pir nebaş ve diçe û ev her qadeke jiyanê belav dibe û bi neyînî bandor dike."    GIRÎNGIYA ROL Û MÎSYONA OCALAN   Parêzer Bayram bal kişand ser bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser civakê û wiha doman: "Me di salên 2014-2015'an de dît ku peyama ku ji Îmraliyê hatî jî bandoreke erênî li ser  milyonan kir. Me bi hev re dît ku çawa gel bi awayekî erênî bertek nîşan da û aştî xwest û li hemberî înkar û îmhayê derket. Li hemberî polîtîkayên şer li qadan ev daxwaza xwe  nîşan da.Tişta herî maqûl ew e ku ji destpêkê ve tecrîda giran a li Îmraliyê bi dawî bibe û bi peyama ku wê were aşitî bê avakirin. Di peyama ku di sala 2023'an de ji Îmraliyê hatî di dil û mejiyê bi milyona kesî de ev derbas dibû, 'Gelo em digihîjin aştiyê' Ji ber wê ji bo avakirina aşitiyeke mayinde tecrîda li girava Îmraliyê bi dawî bibe û li dijî vê jî em têkoşînê xurtir bikin. Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hiqûqî ya hevpar e."   'CPT'YÊ MEKANÎZMAYA XWE YA NAVNETEWÎ WINDA DIKE'   Bayram, da xuyakirin ku CPT bi neweşandina raporên Îmraliyê pozîsyona xwe ya navnetewî winda dike û ev tişt gotin: "Armanca damezrandina CPT'yê ew e ku bibe mekanîzmayeke navneteweyî ya li dijî pêkanînên xerab û îşkenceyê. Vê saziyê di hin serdeman de  gavên cidî bi saxlem avêtine, lê dema mijar dibe qada Tirkiyeyê û girava Îmraliyê ye ev rola wê guheriye.Rapora xwe ya Îmraliyê parve nake û ev jî dibe sedem ku  em vê carê dest bi nîqaşkirina rewabûna CPT’ê dbikin. Weke mînak hevdîtina ku di sala 2020'an de kiriye radigihine ku ew ê 2025'an de parve bike. Ev 4 salin ku  malbat nikarin xwe bigihînin girtiyan. Jixwe di bin tecrîdeke giran de ne û ev kêmasiya têkiliyan di nava malbatan de nerehetiyek çêdike. CPT'î di van salên dawî de bi van kirinên xwe nişan da ku binket û ew mekanizmaya xwe ya navnetewî wenda kir."