Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand 2024-06-08 09:09:30 WAN - Wezareta Karê Hundirîn ragihand ku HPG’î Îlyas Ayaz di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Derket holê ku Ayaz û HPG’iyekî din wek birîndar rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.  Herêma dikeve navbera Çiyayê Siyanê û Masîroyê ya di navbera navçeyên Gevara Colemêrgê û Elbaka Wanê di 3’yê hezîranê de hate bombebarankirin. Wezareta Karê Hundirîn piştî bombebaranê daxuyand ku 3 HPG’î jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku HPG’î Îlyas Ayaz (Demhat Şero Welat) ê wezaret gotibû jiyana xwe ji dest daye, li nexweşxaneyê tê dermankirin.     Hat zanîn tevî HPG’î Ayaz, HPG’iyekî din ê di pevçûnê de birîndar bûye jî rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê. Hat zanîn ku rewşa HPG’iyê din giran e û di servîsa lênêrîna awarte de tê ragirtin û herwiha Ayaz jî ji ber perçeyên şarapnelan ji milê xwe birîndar bûye û rewşa wî baştir e.    Herçiqas li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Hundirîn cenazeyê 3 HPG’iyan anîbîn nexweşxaneyê jî hat zanîn ku tenê yek cenaze anîne nexweşxaneyê.