Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin 2024-06-08 10:08:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya nexweşa giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, tevî nexweşa penceşêrê ye jî kontrolên wê yên rûtîn nayên kirin.    Girtiya nexweşa giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakran a Alîaga ya Îzmîrê tê ragirtin û tevî di lîsteya girtiyên nexweş a giran de ye nayê dermankirin. Ozbay a 28 sal in girtî ye û ji ber penceşêra pêsîrê li beşa Onkolojiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşîlyûrtê tedawî dibe, kontrolên wê yên rûtîn nayên kirin. Ozbay a ji ber nexweşiya xwe di 6 mehan carekê de diçe kontrolê herî dawî piştî di meha îlonê de kontrola wê hate kirin pişt re nebirin beşa têkildar. Ozbay a bi rêya parêzerên xwe agahî da malbata xwe diyar kir ku tevî hemû hewldanan tedawiya wê nayê kirin.    Ozbay, da zanîn ku têkildarî mijarê dema ji bo derengmayînên beriya niha bi daxwaznameyê serî li midûrê yekemîn dide daxwaza wê dihate bicihanîn lê di van demên dawî de bi tu awayî daxwaza wan nehatiye bicihanîn. Ozbay, a bi zext û zorê sewqî Nexweşxaneya Bajêr a Îzmîrê hate kirin, nebirine beşa têkildar ku tedawiya wê lê tê kirin û ji ber qeyda wê li vê nexweşxaneyê jî nebû bêyî ku kirariyekê bikin birine girtîgehê. Ozbay, anî ziman ku di vê pêvajoyê de zexta psîkolojîk lê hatiye kirin.   Ji bilî nexweşiya penceşêra pêsîrê, di qirika wê de nodul, nexweşiyên vertîgo, fitika piştê û stû û girêdayî penceşêrê helîna hestiyan hene. Hate diyarkirin ku dermanên Ozbay ji ber penceşêrê bikartîne dibe sedem ku hestiyên wê qels bibin û ji ber vê yekê rîska ku hestiyên wê bişikên hene.    Malbata Ozbay diyar kir ku tedawiya keça wan a 28 sal in tê ragirtin nayê kirin, bi taybetî nexweşiyeke weke penceşêrê nikare di şertên girtîgehê de were dermankirin, ji ber tedawiya keça wan tê astengkirin zexta psîkolojîk jî bandoreke nebaş li pêvajoyê dike. Malbatê anî ziman ku ji bo tedawiya Fatma Ozbay di şertên bi tendurist de bê kirin divê were berdan.