Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin 2024-06-08 10:31:23   ERZÎNGAN - Li Licikê cenazeyê karkerê dawî ku di bin karesata kana madenê ya pêk hatî de mabû jî hate dîtin.    Di 13’ê sibatê de li Madena Zêr a Çoplerê ya navçeya Licik a Erzînganê hezaz çêbû û herî kêm 9 karker di bin axa bisiyanûr de mabûn. Cenazeyê du karkeran di 5’ê nîsanê û 19’ê nîsanê de, cenazeyê du karkeran di 4’ê gulanê de, cenazeyê karkerekî jî di 4’ê hezîranê de hate dîtin. Piştî 116 rojan jî cenazeyê 3 karkeran hate dîtin. Di encama xebatên duh hatin kirin jî cenazeyê karkerê dawî ku di bin axê de mabû hate dîtin.    Hate zanîn ku nasnameya karker dê di encama testa DNA’yê de were diyarkirin.