Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan 2024-06-08 14:31:32   AMED - Baroya Amedê û rêxistinên hiqûqê yên bajêr bertek nîşanî awayê binçavkirina parêzer Ramazan Kartalmiş ê di operasyonên li bajêr de hate binçavkirin dan.    Di serdegirtinên malan ên di saetên serê sibê il navenda Amedê û navçeya wê ya Erxeniyê pêk hatin de Ahmet Kaya yê di sala 2019’an de weke hevşaredar hate hilbijartin, Ramazan Kartalmiş ê di pêvajoya 2014-2019’an de hevşaredar bû û 3 xebatkarên şaredariyê hatin binçavkirin. Derbarê kesên hatin binçavkirin de ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina hevdîtinan û li ser dosyayê biryara veşartinê hate dayîn.    BAROYÊ BERTEK NÎŞAN DA   Baroya Amedê têkildarî parêzer Ramazan Kartalmiş li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal peyamek parve kir û wiha got: “Divê hevpîşeyê me bi dawîkirina pêvajoya lêpirsînê ya ku mafê wî yê darizandina adil binpê dike û pratîka ku mafê wî yê azadî û ewlehiyê binpê dike were berdan.”   EREN: EV XERABIYEKE ÇAWA YE   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de wiha got: “Ev xerabiyeke çawa ye. Parêzer Ramazan Kartalmiş beriya niha ji lêpirsînê agahdar bûye, ji we re gotiye zarokê wî xwe ji ezmûna zanîngehê re amade dike, ji bo ku di serdegirtineke gengaz a malê bi bandor nebe amade ye ku îfadeyê bide. Lê tevî vê yekê jî sibeya ezmûnê de we bi ser mala wî de girt.”   OHD: DIVÊ PÊKANÎNÊN BÊHIQÛQÎ BÊN BIDAWÎKIRIN    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî bertek nîşanî serdegirtina mala Kartalmiş di roja ezmûnê de û bisînorkirina hevdîtina parêzeran da. OHD, xwest pêkanînên bêhiqûqî yên mafên azadî, ewlehî, jiyana taybet û perwerdehiyê binpê dikin bên bidawîkirin û welatiyên hatine binçavkirin bên berdan.”