Ji bo Aksoy û Cîngoz daxwaza edaletê hate kirin 2024-06-08 15:36:08   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteya carekê pêk tîne de ji bo Edîp Aksoy (31) û Orhan Cîngoz daxwaza edaletê kir.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteya carekê pêk tîne li ber Sumerbanka Kevin a Konakê li dar xist. Di daxuyaniya ku pankarta “Windakirî wijdan in, xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hate vekirin de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna ku bi zaravayê kurmancî hatiye amadekirin ji aliyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî ji aliyê rêvebera ÎHD’a Îzmîrê Gulay Bîlîcî ve hate xwendin. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Edîp Aksoy (31) û Orhan Cîngoz ên piştî di 7’ê hezîrana 1995’an de hatin binçavkirin hatin windakirin hate pirsîn.    Gumuş a çîroka Aksoy û Cîngoz xwend, diyar kir ku cenazeyên wan hêj radestî malbatên wan nehatiye kirin û çend sal derbas bibin bila derbas bibin jî dê dest ji lêgerîna windakiriyan bernedin.