Li daristana Çiyayê Bagokê şewat derket 2024-06-08 17:01:27   MÊRDÎN - Li herêmekî daristanan a Çiyayê Bagokê ji ber sedemekî nediyar şewat derket.    Li herêmekî daristan a Çiyayê Bagoka navçeya Nisêbîna Mêrdînê şewat derket. Têkildarî sedema şewatê agahî nehat bi dest xistin lê belê şewat ji ber bandora bagerê her ku diçe berbelavtir dibe. Gundiyên li herêmê bi derfetên xwe midaxileyê li şewatê dikin. Hat zanîn ku ji agirkujiyê re agahî hatiye dayîn û tê gotin ku wesayitên agirkujiyê ji ber herêma çiyayî nikarin xwe bigihînin herêma şewat lê derketiye. Gundî diyar kirin ku şewat berbelav dibe û pêdivî bi xebatên vemirandina şewatê hene.