ROJEVA 9’Ê HEZÎRANA 2024’AN 2024-06-09 09:00:04 * Parêzer Firat Taşkin ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik dihat darizandin, beraet kiribû. Di sedema biryara beraetê de hat diyarkirin ku kesê mifha wî ya hiqûqî hebe, îfadeyên wî bi tena serê xwe esas nayên girtin.    * Girtiyê nexweş Abdûlaziz Kolanç ê ku 31 sal in di girtîgehê de tê girtin, tevî cezayê xwe yê girtîgehê xelas kiriye jî, sê carin înfaza wî tê şewitandin. Xwarziyê Kolanç bertek nîşanî vê helwesta rêveberiya girtîgehê ya keyfî da û got: "Em vê neheqiyê qebûl nakin."    * Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesenê diyar kir ku hejmara êzdiyên ku vedigerin Şengalê roj bi roj zêde dibe û diyar kir ku PDK’ê ji bo pêşî li vegera êzdiyan bigire, polîtîkayên xwe xistiye meriyetê û got: "Ji bo êzdî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin."   * Dayikên Aştiyê ku li dijî xespkirina vînê ya li Colemêrgê nobedê digirin gotin: "Kurd, ne kurdên berê ne. Êdî kurdên berxwedêr hene. Ger îro bêdengî çêbibe, sibê wê qeyûm tayinî Stenbol û Enqereyê jî bê kirin. Divê partiyên din jî piştgiriyê bidin vê berxwedanê."    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyê bide. (11.00) ZINDΠ   * Çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li pêşiyar şaredariyên DEM Partiyê hatiye destpêkirin dê îro jî bidomin. (17.00)   * Tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dê li gelek bajaran bê protestokirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê tev li meşa li Amedê bibe. (18.30-20.00) ZINDÎ