Hinceta biryara beraetê: Beyanên kesên menfeeta wî tê de hebe esas nayê girtin 2024-06-09 09:02:25   AMED - Parêzer Firat Taşkin ku ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik dihat darizandin, beraet kiribû. Di sedema biryara beraetê de hat diyarkirin ku kesê menfeeta wî ya hiqûqî hebe, îfadeyên wî bi tena serê xwe esas nayên girtin.    Ji ber îfadeyên îtirafkar Umît Akbiyik, bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê, parêzer Firat Akbiyik di 25'ê Nîsanê de hat binçavkirin. Di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an de Taşkin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat datrtizandin beraetê kir. Sedema biryara beraetê hat eşkerekirin.    Di biryarê de îşaret bi biryareke Daîreya Ceza ya 16'an a Dadgeha Bilind hat kirin ku di 12'ê Îlona 2018'an de hatibû dayîn û hat diyarkirin ku kesê menfeeta wî ya hiqûqî hebe, îfadeyên wî bi tena serê xwe esas nayên girtin.    MA / Mujdat Can