Sê car in înfaza girtiyê nexweş Kolanç tê şewitandin 2024-06-09 09:04:56   ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Abdûlaziz Kolanç ê ku 31 sal in di girtîgehê de tê girtin, tevî cezayê xwe yê girtîgehê xelas kiriye jî, sê carin înfaza wî tê şewitandin. Xwarziyê Kolanç bertek nîşanî vê helwesta rêveberiya girtîgehê ya keyfî da û got: "Em vê neheqiyê qebûl nakin."    Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û êrişên li ser girtiyan her diçe zêde dibin. Girtiyên siyasî ku di bin şert û mercên giran de tên girtin, di bin tecrîdeke giran de têdikoşin. Girtiyên siyasî ku cezayê xwe xelas dikin jî nayên berdan û bi hinceta "cezayê disîplînê" înfaza wan tê şewitandin û cezayê wan tê dirêjkirin. Yek ji van jî girtiyê nexweş Abdülaziz Kolanç ê ku 53 salî ye. Kolanç, di girtîgeha Tîpa T a Afyonê de ye.    Kolanç, di sala 1994'an de li Îzmîrê hat binçavkirin û bi îdiaya"yekîtiya dewletê xera kiriye" cezayê mûebbedê lê hat birin. Kolanç, tevî ku cezayê xwe xelas kiriye jî, salek e nayê berdan û cezayê wî tê dirêjkirin. Kolanç ku di meha Îlona 2023'yan de cezayê xwe xelas kiriye nehat berdan û cezayê wî sê mehan hat dirêjkirin. Kolanç ku sê mehên xwe tije kirin diviyabû ku di meha çileyê de bihata berdan, lê dîsa bi heman hincetê cezayê wî hat dirêjkirin û herî dawî jî di 3'yê hezîranê de înfaza wî hat şewitandin û sê mehên din cezayê wî hat dirêjkirin.    'EV NEHEQIYEKE MEZINE'   Xwarziyê Kolanç, Îslam Atça bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got ku dewlet bêhiqûqî tevdigere û wiha axivî: "Xalê min girtiyekî nexweş e û ev nêzikî 31 yek sal in di girtîgehê de tê girtin. Sala 1994'an li Îzmîrê hate girtin û cezayê mûebbetê jê re hate birin. Xalê min diviya ku di sala 2023'an de bihata tehliyekirin. Çimkî di sala 2023'an de cezayê wî xelas bû. Lêbelê bi hinceta cezayê disîplînê her carê sê mehan cezayê wî dirêj dikin û infaza wî dişewitînin. Em dixwazin ku xalê min bê berdan. Çimkî girtiyeke nexweşe û di nava van 31 salan de gelek nexweşî lê peyda bûne. Tendûristiya wî ber bi xetereyê ve diçe. Ev neheqiyeke pir mezine. Cezayê ku jê re hatiye birin qedandiye. Ji xwe ew cezayê ku ji wî re hatiye birin jî neqanûniye. Heke ku mirov di vê erdnîgariyê de kurd be her her tiştek li mirovî tê ferzkirin û her tevgereke mirov sûc tê dîtin. Dewleta tirk her carê dibêje ku'ez dewleta heq û hiqûqê me' lêbelê xalê min li tevî ku ev saleke cezayê xwe xelas kiriye jî nayê tehliyekirin. Em dixwazin ku Wezaretê Dadê dengê me bibîhîze û dawî li vê bêhiqûqiyê bîne."   SÊ CARIN KU ÎNFAZA WÎ DIŞEWITÎNIN   Atça bi lêv kir ku xalê wî nexweşe û di bin şert û mercên giran de tedikoşe û wiha axivî: "Nexweşiyên weke xwîn dirêje ser mîdeyê wî,tansiyon û şeker bi dermanan tedawiyê dibine. Ji xwe miroveke ku 30 salan di girtîgehê de dimîne her nexweşî lê peyda dibin. Gİrtiyên ku di girtîgehan de ragirtînd bindestin. Her carê bi hinceta cezayê disîplînê infaza wan dişewitînin. Keseke ku di girtîgehê de ye dikare sûceke çawa pêk bîne? Em van bêhiqûqiyê şermezar dikin. Çimkî ji ber ku girtiyên siyasîne infaza wan dişewitînin. Her carê ji girtiyan re dibêjin,' hûn poşman in?' ma van mirovan çi kiriye ku poşman bibin? Kî heqê zimanê xwe û hebûna xwe bikeve li ber çavê dewletê 'terorîste'"   BANGAWAZÎ   Atça daxwaz kir ku xalê wî demildest bê berdan û ev bang kir: "Îro li ser milê saziyên me jî bareke giran heye. Mirovên ku bê sedem hatine girtin û 30 sal cezayê girtîgehê jê re dibirin û li tevî ku cezayê xwe xelas dikin jî nayên berdan. Em dixwazin ku her kes li hemberî vê derkeve û qebûl neke."