'Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin' 2024-06-09 09:08:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesenê diyar kir ku hejmara êzdiyên ku vedigerin Şengalê roj bi roj zêde dibe û diyar kir ku PDK’ê ji bo pêşî li vegera êzdiyan bigire, polîtîkayên xwe xistiye meriyetê û got: "Ji bo êzdî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin."   Vegera êzdiyên ku di sala 2014’an de ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê neçar man koç bikin, vedigerin ser axa xwe. Êzdîyên ku di kampên Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) de dimînin rastî her zext û êrişan tên. PDK’ê ku ji bo êzdî venegerin Şengalê serî li her cureyê polîtîkayan dan. Lê piştî ku hikûmeta Iraqê biryara valakirina kampên Êzidiyan da, êzdî tevî hemû astengiyan jî vedigerin Şengalê û cihê xwe di pêvajoya avakirinê de digirin. Ji êzdiyên ku vedigerin Şengalê re jî Rêveberiya Xweser hem madî û hem jî manewî alikariyê dide.    Herî dawî Wezîrê Koçberî û Penaberan ê Iraqê Îvan Faîk têkildarî xebatên vegera êzdiyan a li Şengalê daxuyanî da. Faîk diyar kir ku zêdetirî 300 êzdiyên li kampên Dihokê diman, bi koordîneya Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî vegeriyane Şengalê û ev veger didome. Der barê vegera êzdiyan a Şengalê Hevseroka Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen nirxandin kir.    PDK JI BO KU ÊZDÎ VENEGERIN ŞENGALÊ ÎMZEYAN KOM DIKE   Hesenê da zanîn ku PDK ji bo ku êzidî venegerin Şengalê serî li her polîtîkayekî dide û wiha axivî: "Rast e, gel koçber bû û gelek ji wan koçî Ewropa û Başûrê Kurdistanê bûn. Tevî vê polîtikaya koçberkirinê polîtikaya ji hebûna xwe dûrketin, xwenenaskirin jî hat meşandin. PDK dixwest ku di nava me de bêtifaqiyê çêbike û li ser civaka êzdî careke din desthilatdariya xwe ava bike. Lê ew tişta ku ev polîtîkaye dane şikandin jî rêxistinbûyina êzdiyan û îradeya wan bû. Vê îradeyê careke din nişan da ku em ê hebin û li ber xwe bidin. Heke ku em hebin jî em ê bi rêxistina xwe hebin, heke ku em hebin em ê bi fikr û ramanê Serok Apo hebin. Fikrê Serok Apo ne tenê ji bo civaka êzidî ji bo tevahiya gelan sîwaneke ku xwe tê de dihewîne û diafirîne ye. Bi fikrê tevahiya pêkhatiyên Şengalê dikarin bi paradigma netewa demokratik bi hevre bijîn. Dema ku ev bû em ê bikarin li hemberî lîstikên ku li ser me tên meşandin xwedî bi helwest bin. Niha vegera Êzidiyan a li Şengalê girînge. Heta niha hejmareke gelek mezin vegeriyan Şengalê. Lêbelê ev tenê jî têra nake. Heta niha gelek ji wan di kampan de mane. Roj bi roj dijminatiya li hemberî êzidiyan zêde dibe û vê jî bi aşkere vedibêjin. Ji bo ku êzidî venegerin Şengalê îmzeyan kom dikin. Ji êzidiyên ku li kampan de dimînin re dibêjin,' venegerin Şengalê heke ku hûn biçin wê derê maleke ku hûn tê de bimînin nine, ne ewle ye' ji bo ku nevegerin her tiştek ji wan re tê gotin. Siyaseta xwe ya ku beriya fermanê dabûn meşandin niha dubare dikin."   'EM BI HEMÛ DERFETÊN XWE ALIKARIYÊ DIDIN'   Hesenê da zanîn ku ew wekî Rêveberiya Xweser her alikariyekî didin malbatên ku ji nûve vedigerin û got: "Çawa ku Rêveberiya Xweser sala destpêkê ya fermanê heta niha dixebite da ku Şengal xwe nas bike û bibe xwedî îrade dixebite vî demî şûnde jî dê bidomîne. Ji ber wê li dijî van polîtîkayan heta ku em nebin yek em ê nekarin bibêjin ku em hene. Divê ku em xwedî li vê rêxistinê derbikevin. Niha hicet hene û pêşiyê li vegeran digirin. Lê li dijî vê polîtîkayê helwesta Iraqê jî gelek lawaze. Ji bo ku vegerin Şengalê alikariyê didin lêbelê di hêla jinûve avakirinê de ti xebatek û alikariyeke wê nîne. Lê em weke Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe alikariyê didin. Pêşiyê di aliyê aborî de em alikariyê didin da ku bikaribin xwe birêve bibin û gel vegere ser xaka xwe û bi keda destê xwe bije. Çawa ku beriya niha me civaka êzidî bi keda destê xwe dijî niha jî bi heman rêbazî em ê xwe birêvebibin a ku em bikaribin rihê komûn ava bikin. Hewledayina me ew e ku bi rihê civakbûnê em ê bi hevre ava bikin. Her wiha şaredarî kar û xebatên xwe yên bi vî rengî didin meşandin. Ji bo ku em mihtacî ti kesekî nebin em derfetên xwe birêvebirinê dikarin ava bikin. Civaka êzidî gihiştiye wê merheleyê. Civak ne mihtacî dewletê dibe û ne jî hêzeke din dibe û em dikari xwe bi xwe rêvebibin."   HER SAZÎYEK SEFERBER BÛYE   Riham Hesenê bi lêv kir ku ji bo alikarî dayina malbatên ku vedigerin her saziyeke Şengalê seferber bûye û wiha domand: "Ji bo malbatên ku vedigerin bikaribe di hêla aborî de xwe bi ser piyan bigire her saziyeke me yê ku bibe alîkar heye. Ji çand û hüner bigire, aborî bigire, siyasî bigire û her aliyê wê heye. Bi vegera gel ev ê xurtir bibe. Ji ber wê em bang li êzidiyên ku li Kampan û Ewrupayê dikin xwedî li axa bav û kalan derbikevin. Ev ax bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin. Divê ku em nirxê wê xwînê bizanibin û bizanibin ku ji bo ku em bikaribin li vir bijîn wan canê xwe daye. Îro pêdiviya me ya sereke ne tenê aboriye di heman demê de pêdiviya me bi maneviyatê jî heye. Divê ku em çanda xwe û nasnameya xwe bizanibin. Divê ku em hêza xwe ji dîroka xwe, nasnameya xwe û êzdatiya xwe bigirin. Ji ber wê barê me girane û riya me dirêje."    POLÎTÎKAYÊN PDK'Ê DEWREYÊ DE NE   Hesenê malbatên ku li kampên PDK'ê de dimînin hişyar kir û daxwaz kir ku guh nedin polîtîkayên PDK'ê û got: "Di wexteke wiha ku herkesek êrişî Şengalê dike divê ku em bibin tifaq. Dİvê ku em bi lîstokan neyên xapandin. Niha jî li ser êzidiyên ku di kampan de dimînin şereke taybet tê meşandin. Ji wan re tê gotin ku,' Şengal ne ewle ye' em ji wan re dibêjin,baweriya xwe ne ji gotinan bînin baweriya xwe ji emelan bînin. Ji ber ku em ne ciheke ku ji rastiyê dûr dijin. Ji ber wê divê ku em bi çavan bawer bikin ne bi gotinan bawer bikin.Em tenê êşa xwe dizanîn û tenê em bi xwe dikarin derman bikin. Tişta ku herî esasî ji me re rêxistinbûyina me ye."    'ŞIYAR BIN Û SERÊ XWE NETEWÎNIN'   Hesenê daxwaz kir ku êzidî ji hêz û vîna xwe bi bawer bin û got ku hêza ku Şengalê ji nûve ava bike tifaqiye û ev bang kir: "Li tevî êşan jî em aliyekî serkeftinan jî bi dest dixin. Ev jî bi berxwedana YJŞ'ê, YBŞ'ê û YPG'ê çêdibe. Ferqa me û dewletê ew e ku ev 10 sal derbas bûn lê heta niha yek ji jineke êzidî ya ku hatiye revandin rizgar nekiriye û yek endameke DAIŞ'î bi awayeke edlane nehatiye darizandin. Gelek heval ji bo ku esîrekî rizgar bikin şehîd jî ketine û canê xwe dane. Hikûmet tenê dibêjin lê em dikin. Lê ew ê nikarin êdî civaka êzidî bixapînin. Em ê li berxwe bidin û Şengalê bi hevre ava bikin. Tişta ku me bi ser piyan digire jî ev baweriye. Kesek wê azadiyê nede me divê ku em azadiya xwe bigirin. Ji ber wê banga me ji êzidiyan ew e ku şiyar bin û li dijî van polîtikayan serê xwe netewînin."