Ocalan jê pirsîn û bi hinceta 'li gorî qeydên ewlehiyê tevnegeriyaye' tehliyeya wê taloq kirin 2024-06-10 09:00:34   ENQERE - Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Sîncanê, di civîna nirxandina berdanê de ji Nûriye Adet a 30 sal in girtiye re wiha pirsî "Tu der barê Abdullah Ocalan de çi difikirî?" û berdana wê 6 mehan taloq kir.    Berdana Nûriye Adet a 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê girtin, ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve 6 mehan hat taloqkirin. Berê jî berdana Adetê 3 mehan hatibû taloqkirin.   Adet ku di sala 1994'an de li Îdirê bi birîndarî hat girtin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Erziromê ve bi îdiaya "Xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebbedê lê hat birîn. Adet ku li girtîgehên Erzirom, Sêwas, Ûşak û Amasyayê maye, di sala 2007'an de sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin.   Dema berdana bi şertî ya Adetê di 3'yê adarê de temam bû. Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya girtîgehê ji bo vê di 29'ê Sibatê de kom bû û berdana Adetê 3 mehan taloq kir. Piştî vê Adetê bi rêya parêzerên xwe îtiraz kir lê hem Dadgeriya Înfazê û hem jî Dadgeha Cezayê Giran biryar erê kirin.    Adet, piştî demekê careke din çû pêşberî lijneyê. Lê belê di civîna duyan de pirsên lijneyê balê kişandin. Di civînê de ku bi kamerayan dîmen tên girtin, ji Adetê pirsên wekî "Tu Abdullah Ocalan wekî Rêber dibînî?" û "Der barê PKK'ê de fikra te çi ye?" hatin pirsîn.    Adetê jî ji endamên lijnerê re gotiye ew 30 sal in endama PKK'ê ye û ew jî Abdullah Ocalan wekî "rêber" dibîne.    Piştî vê endamên lijneyê gotine "Em dizanin tu çawa difikirî" û berdana Adetê 6 mehên din jî taloq kir.   Wê berdana Adetê di 14'ê Mijdara 2024'an de careke din bê nirxandin.    MA / Hîvda Çelebî