Meleyên li Amedê: Tayînkirina qeyûmê ser îradeya gel ne caîz e 2024-06-10 09:01:46 AMED - Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û gotin: "Heke gelê me di hilbijartinan de vîna xwe nîşan dabe lê desteserkirina bi darê zorê ji aliyê olî ve ne caîz e.”  Nerazîbûn, xwepêşandan û nobedariya li dijî qeyûmê tayînkirina ser Şaredariya Colemêrgê li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin.    Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Amedê li dijî tayînkirina qeyûman banga dijderketinê li gel kirin.    ‘QEYÛM ZORDESTÎ YE’    Endamê Komeleyê Abdullah Arikan anî ziman ku tayînkirina qeyûman tê wateya lîstina bi namûs û şerefa gel. Arikan anî ziman ku divê her kes li dijî qeyûm bertek nîşan bide û wiha got: “Ji wezîfegirtina kesekî ku hatiye hilbijartin, li vir dibe li Filistînê dibe li ku dibe bila bibe, divê tu carî neyê qebûlkirin. Heke gelê me di hilbijartinan de îradeya xwe nîşan dabe, desteserkirina bi darê zorê ya îradeya gel ji aliyê olî ve jî ne caîz e. Em vê rewşê şermezar dikin. Divê demildest vîna gelê Colemêrgê radestî wan bê kirin.”    Bedrî Soylû jî tayînkirina qeyûm wek “zilm û zordestiyê” pênase kir û got: “Gelê me bi berxwedana xwe tê zanîn. Em ê xwedî li mafên xwe derkevin. Em ê li vê dinyayê jî li dinyaya din jî heqê xwe bixwazin. Em ê qet vê zilm û zordestiyê qebûl nekin.”    ‘DIVÊ GEL LI BER QEYÛMAN RABE’    Mele Muhammed Emîn Gozununde jî got: “Ka em çi bêjin; heq û hiqû nemaye. Biryar bêhiqûqî ye. Heke hûn mafê kesek hilbijartî ji destê wî bigirin, ev nayê qebûlkirin. Ez vê yekê şermezar dikim.”    Mele Nîzamettîn Aktan jî destnîşan kir ku tayînkirina qeyûm di Îslamiyetê de nayê qebûlkirin û wiha got: “Em qeyûman qebûl nakin. Em tunehesibandina îradeya gel şermezar dikin.”    Mele Selahattîn Kayran jî diyar kir ku ji Peymana Lozanê vir ve maf û îradeya gelê kurd tune tê hesibandin û binpêkirin û got: “Kurdan ji war û gundên wan kirin, îradeya wan nas nekirin û wan kuştin. Heq û hiqûq binpê kirin. Ev qeyûm jî bi hişmendiya şewitandina gundên kurdan hatiye tayînkirin. Ez viya şermezar dikim.”    Mele Mahmût Şik jî anî ziman cihê tayînkirina qeyûm di olê de jî nîne û wiha axivî: “Tişta ku li gelê me rewa tê dîtin, xeletî ye. Mehmet Siddik Akiş bi dosyeya endamên FETO hat girtin. Divê qeyûmê esil tayînî şûna wî nehata kirin, divê tayînî AKP û MHP’ê bihata kirin. Divê gelê kurd êdî ji vê zilmê re bêje bes e. Divê mîna ruhê berxwedana Wanê berxwedan nîşanî qeyûm were dayîn.”    Mele Nurettîn Behman jî bal kişand ser endamên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê û got: “Hiqûq li Colemêrgê cuda ye, li Yozgatê cuda ye. Her kesê ku hiqûqa însanî û îslamiyetê nas dike, lazim e li ber van qeyûman rabe.”    MA / Mujdat Can