Ji Şemzînanê ‘Meşa Demokrasiyê’ ya li dijî qeyûm dest pê kir 2024-06-10 14:08:46 COLEMÊRG - Beriya mitînga desteserkirina îradeyê ya li Colemêrgê bê lidarxistin, dê meşa 3 rojan bidome hat destpêkirin. “Meşa Demokrasiyê” ji Şemzînanê dest pê kir.  Li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê dê li navenda bajêr di 13’ê hezîranê de mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em rê nadin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mitîngê dê starta “Meşa Demokrasiyê” ji navçeya Şemzînanê bê dayîn.    Meş bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl tê lidarxistin. Ji bo meşê li navenda navçeyê daxuyanî hat dayîn.    Daxuyanî li ber avahiya DEM Partiyê ya Şemzînanê pêk hat û tevî gelek parlamenteran gelek welatî beşdar bûn. Meşvanan tîşortên bi nivîsa “Em rê nadin qeyûman” li xwe kirin” û beşdarî meşê bûn. Meş dê sê rojan bidome û li navenda Colemêrgê bi dawî bibe.    Hevseroka Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armût ewilî axivî û hemû derdoran û aliyan vexwend mitînga wan a di 13’ê hezîranê de li Colemêrgê.    ‘EV TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ YE’    Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî destnîşan kir ku têkoşîna wan a li dijî biryara qeyûmê dewam dike û wiha axivî: “Ev têkoşîna edalet, azadî û demokrasiyê ye. Ev têkoşîn li her derê dewam dike. Têkoşîna me ya li dijî desteserkirina îrade û dijminatiya li ser gelê kurd dewam dike. Ev têkoşîna demokrasî û demokratîkbûnê ye. Ev desthilatdariya aşiqî qeyûman e. Ev 8 sal in qeyûm tên tayînkirin û îradeya gel tê desteserkirin. Lê wê têkoşîna li dijî qeyûman û destserkirina îradeya gel li Kurdistan û Tirkiyeyê dewam bike. Qeyûm navê dizî, talanê, û tunehesibandina îradeya gelê kurd e. Em ê qet û qet viya qebûl nekin. Em ê têkoşîna xwe bi her kes û aliyên ku serê xwe natewînin re berfireh û mezin bikin. Me li ser sindoqan bersiva vê desthilatdariyê da, em ê li kolanan jî bersivê bidin."