Giliyê Yenî Şafakê a Şaredariya Bajarê Mezin hedef girtibû hate kirin 2024-06-10 14:12:35   AMED - Giliyê rojnameya Yenî Şafakê û Aybîke Eroglû hate kirin ku Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê, şaredarî û serokên daîreyan hedef girtibûn.    Rojnameya Yenî Şafakê di 9’ê hezîrana 2024’an de nûçeyeke bi sernavê “Qendîlê qeyûm tayînî Amedê kir” weşand. Nûçeg bi îmzeya nûçegihana rojnameyê Aybîke Eroglû hate weşandin. Di nûçeyê de Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, şaredarî û serokên daîreyan hedef hatin girtin. Li ser navê hevşaredaran, derheqê rojname û nûçegihana behsa xeberê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî hate kirin. Di heman demê de şaredariyê serî li Meclisa Çapemeniyê da û jê xwest ku li dijî rojname û nûçegihanê bikeve nava liv û tevgerê.    Di giliyê de hat destnîşankirin ku rojname û nûçegihana behsa xeberê derheqê rêvebir û xebatkarên payebilind ên şaredariyê de agahiyên nerast û neheq parve kirine, bi vê yekê re mafên şexsî û karîneya bêgunehiyê binpê kirine, bêbextî li wan hatiye kirin û hedef hatine girtin. Hat xwestin ku bi van sedeman û di çarçoveya xala 217/A ya Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de doz li rojname û nûçegihanê were vekirin.    ‘DIXWAZIN JI BO TAYÎNKIRINA QEYÛM BINGEHÊ AMADE BIKIN’    Di giliyê sernavê Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun hatiye kirin de wiha hate gotin: “ (...) gumanên me yên cidî hene ku ji bo zemînek ji tayînkirina qeyûm re were amadekirin, ev sûcên bêbingeh bi zanebûn û bi awayekî rêxistinî hatine kirin.” Hevşaredaran xwestin ku bi taybetî lêkolîn li ser vê mijarê bê kirin.    Burokrat û xebatkarên saziyên ku ji aliyê Rojnameya Yenî Şafakê ve hatin hedefgirtin jî gilî kirin.    SERÎ LI KONSEYA ÇAPEMENIYÊ DAN   Di heman demê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji ber ji ber zirardayîna nasnameya sazûmanî, hedefgirtina rayedarên cemaweriyê yên di rêveberiyê de, binpêkirina mafên kesane, paşguhkirina karîneya bêgunehiyê, binpêkirina mafê axaftinê û îftîrayên hatine kirin, têkildarî rojname û nûçegihana behsa xeberê serî li Konseya Çapemeniyê da.    Di serlêdanê de xalên "Rêgezên Çapemeniyê" yên hatine binpêkirin yek bi yek hatin rêzkirin û hat xwestin ku derheqê rojname û nûçegihana behsa xeberê de tevdîr bên girtin.