Li Cadeya Îstîklalê protestokirina qeyûm 2024-06-10 15:35:06   STENBOL - HDK ji bo balê bikişîne ser desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Cadeya Îstîklalê kaxezan firand û çalakî li dar xist.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi çalakiya firandina kexezan tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê protesto kir. Endam û rêveberên HDK’ê derketin ser avahiyek li Cadeya Îstîklalê û kaxezên bi nivîsa, “Em rê nadin darbeya qeyûm, Colemêrg ya me ye. Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” firandin.   Belavokên ku hatin firandin li cadeyê bala welatiyan kişand ser xwe.