Şofêrê ji Silopiya li Zaxoyê hat kuştin 2024-06-10 16:44:21   ŞIRNEX - Li bajarê Zaxoyê şofêrê TIR’ê yê jı Silopiya di encama êrişek kêrkirî de jiyana xwe ji dest da.    Li Qada Tankeran a li Deriyê Xabûrê ya bajarê Zaxoya Herêma Kurdistanê di navbera şofêrên TIR’an de ji ber sedemek nayê zanîn şer derket. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; di şerê qewimiye de şofêrê TIR’ê Reşît Karatay ê ji navçeya Silopiya Şirnexê ji aliyê du kesan ve hatiye kêrkirin. Şofêrên li derdorê bi derfetên xwe Karatay rakirin nexweşxaneyê lê tevî mudaxileyên tibî jî jiyana xwe ji dest da.    Piştî otopsiya cenazeyê Karatay li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bê kirin dê piştre cenaze li Silopiya bê veşartin.