Çalakî di roja 7'an de ne: Dest ji tayinkirina qeyûman berdin 2024-06-10 23:09:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên li dijî xespkirina vînê ya li Coelmêrgê de, banga betalkirina qeyûm hat kirin.    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hat binçavkirin, li şûna wî qeyûm hat tayînkirin û piştre di dozê de 19 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin.    HATAY    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê li navçeya Îskenderûn a Hatayê daxuyanî da. Gelek parastvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkun Selçuk di daxuyaniyê de xwest ku ji bo aştiya civakî rêz ji îradeya gel re bê girtin. Selçuk, bang li îktîdarê kir û wiha got: “Banga me ji bo îktîdara siyasî ew e ku ji bo avakirina kevneşopiyeke demokratîk û aştiyane, di vê pêvajoya krîtîk de li berpirsyartiya xwe xwedî derkeve, ji demên berê bo xwe dersan bigire, qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin paşve bikişîne û li nirxên demokratîk û hiqûqa gerdunî vegere. Ji bo cîbicîkirina demokrasî û aştiyê êdî wextekî ku em êdî winda bikin tune ye.”    MÛŞ   Bi beşdarbûna Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê, hevşaredarên Mûşê, Parlementera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û endamên meclisa şaredariyê li ber şaredariyê li dijî xespkirina vînê çalakiya rûniştinê dewam kir.   ENQERE   Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê, daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Şaredarî yên me ne, em ê rê nadin xespkirinê" hat vekirin. Daxuyanî li Kolana Sakaryayê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de dem bi dem dirûşmeyên "Wê qeyûm biçin, em ê bimînin" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Di daxuyaniyê de Rêveberê DEM Partiyê yê Enqereyê Mûrat Salgin anî ziman ku ev xespkirina vînê tenê bi mafê hilbijartinê yê kurdan re ne sînordarkirî ye û got ku vîna hemû gelan û bindestan her roj tê desteserkirin. Salgin got: "Em careke din diyar dikin ku hûn ê nikaribin vîna gel xesp bikin."      EDENE   Çalakiya nobedê ya bi pêşengiya DEM Partiyê ya Edeneyê partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ku bi dirûşmeya "Em li dijî qeyûman di nobedê de ne" dabûn destpêkirin, didome. Girse ku li parkeke li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhanê li hev kom bû, dowîzên li ser "Şaredarî yên me ne, em ê rê nedin xespkirinê" hilgirtin û dirûşmeyên "Wê DEM bê dewran biguhere û wê rêbir hesab bidin gel", "Her der Colemêrg, her der berxwedan" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.    Çalakî tevî astengiyên polîsan jî dewam kir.    ERZIROM    Li navçeyên Tatos, Qereyazî û Qereçoban ên Erziromê jî çalakiyên li ber şaredariyan didomin. Hevşaredar, rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyan, endamên meclîsa şaredariyê û welatî tevlî çalakiyê bûn.    AMED   Parêzerên endamên OHD'ê serdana nobeda li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn. Sakizcî Memo ku li bajêr tê naskirin jî li dijî qeyûman tevlî çalakiya nobedê bû. Sakizcî Memo ku got ew qeyûm naxwazin, tevî çalakgeran govendê gerand.    Çalakiya nobedê li ber Şaredariya Sûr, Peyas, Bajarê Nû, Bismil, Çinar, Hênê, Pîran, Pasûr, Licê, Karaz, Farqîn û Erxeniyê jî hat lidarxistin.