Hefteyeke di nobetê de ne: Qeyûm talan û xespkirine 2024-06-11 09:27:51   WAN - Siyasetmedarên li Wanê hefteyeke li dijî xespkirina îradeyê nobetê digirin diyar kirin ku qeyûm xizmetê ji gel re nakin û wiha gotin: “Qeyûm, talan û xespkirine.”    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hate binçavkirin, li ser biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hate girtin û walî Alî Çelîk li şûna wî weke qeyûm hate tayînkirin. Danişîna doza Akiş di 5’ê hezîranê de hat lidarxistin û 19 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Îradeya xelkê Colemêrgê cara sêyemîn hate xespkirin û vê jî bi xwe re rê li ber hêrsê vekir. Li dijî tayînkirina qeyûm, di 4’ê hezîranê de li pêşiya şaredariyên DEM Partiyê çalakiya nobetê hate destpêkirin û çalakî didome. Siyasetmedarên li Wanê yên di nobetê de têkildarî tayînkirina qeyûm axivîn.    ‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BIPARÊZIN’   Endamê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mehmet Salih Ozdemîr bal kişand ser gefa serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a ji bo tayînkirina qeyûm û wiha got: “Ev bû cara sêyan qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê dikin. Lê her carê gel xwedî li îradeya xwe derdikeve û şaredariya xwe paşve distîne. Weke gel û kesên hatine hilbijartin, em ji gef û qeyûman natirsin. Em yek gavê jî paşve naavêjin. Mînaka vê ya herî şênber Colemêrg e. Her wiha qezenckirina her 14 şaredariyên Wanê mînak e. Em ê li dijî qeyûman şaredariyên xwe biparêzin.”    ‘JI PARADÎGMAYA AZADÎXWAZ DITIRSIN’    Ozdemîr, anî ziman ku ew di şaredarvaniyê de paradîgmaya neteweya demokratîk esas digirin û wiha pê de çû: “Tişta jê ditirsin jî ev e. Bi taybet jî li dijî pergala hevserokatiyê ne. Qeyûm ne tenê bidestxistina şaredariyê ye. Ev zîhniyet her wiha li dijî jin, demokrasî, wekhevî û jiyana komunal e. Bi ser hilbijartinan re 2 meh derbas bûn. Qeyûm li şaredariya bajarê mezin 9 milyar deyn li pey xwe hiştiye. Lê tu xizmet nekiriye. Ji bo perwerdeya neteweyî dibistan an jî seha çêkirine. Ji bo wezareta tenduristiyê, miftîtiyê û hwd. wesayîtên meqamê kirî ye. Fatûreyên ceyran û gaza xwezayî yên van saziyan jî xistiye stûyê şaredariyê. Lê ev tiştên kirî ne peywira şaredariyê ye. Karê wî ew e ku rêyên taxan çêbikin. Weke mînak, li taxa Xaçortê rê tune ne, binesazî tune ye, ava vexwarinê tune ye. Ji roja destpêkê ve em hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin. Em ê van pirsgirêkan tevekan çareser bikin.”    ‘ÇARESERÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR E’    Ozdemîr, destnîşan kir ku ji avabûna komarê heta niha gelê kurd rastî gelek komkujiyan hatiye û wiha dom kir: “Lê gelê kurd tu carî teslîm nebû. Tu caran nekarîn îradeya kurdan tune bikin û dê nekarin. Lewma rêya AKP’ê ne tu rê ye. Divê êdî dev ji van polîtîkayên înkarê berdin. Banga min ji bo hemû partiyên muxalefetê ev e; qeyûm talan e, qeyûm xesp e. Li dijî qeyûm derkevin. Werin em bi hev re li dij derkevin. Heke em îro bêdeng bimînin, dê sibe dora şaredariyên CHP’ê bê.”    ‘REJÎMA YEKZILAMÎ’   Endamê Meclisa Şaredarya Tûşbayê Azad Aydin jî bi bîr xist ku di doza Akiş a 10 sal bûn didomiya de biryar 2 roj piştî hilbijartinê hatiye dayîn. Aydin, got ku di pêvajoya serlêdana ji bo namzetiyê de Akiş ji hêla hiqûqî ve tu pirsgirêk nejiyaye û wiha derbirî: “Lê piştî hilbijartinê tavilê di dosyaya sala 2014’an de biryar dan. Heke dadgeha biencam bibe û ji peywirê were girtin jî divê li şûna wî qeyûm neyê tayînkirin. Divê meclis bicive û ji xwe re serokwekîlekî hilbijêre. Lê di rejîma yekzilamî de wiha nabe. Piştî hilbijartinê eşkere bû bê ka tevahiya şaredariyan çawa di bin deynan de hiştine. Nêzî 237 milyon deynê Şaredariya Tûşbayê heye. Ev pere ji bo xizmetê nehatiye bikaranîn û kes nizane bi ku de çûye.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ    Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî diyar kir ku her cara îktîdar ditengije êrişî vîna gelê kurd dikin. Kurt, wiha domand: “Ev sê serdemin li Colemêrgê li îradeya gel qeyûm tê tayînkirin. Ev tişt di tu hiqûq û demokrasiyan de nîne. Xespa qeyûm li dijî nasnameya gelê kurd, xak û çanda wan e. Ev xesp ne tenê li dijî îradeya gelê Colemêrgê, li dijî îradeya tevahiya gelan e. Lewma divê her kesê li gel demokrasiyê dengê xwe bike. Nexwe dê ev sibe dusibe li bajarên din jî belav bibe. Hewceye li dijî vê xespa qeyûm berxwedan bê mezinkirin. Bi qeyûm re xelk ji mafê bijartin û hilbijartinê mehrûm tê hiştin. Ev yek di hiqûqê de tune ye. Em li dijî vê têdikoşin.”    Kurt, axaftina xwe wiha qedand: “Ji ewil xwestin îradeya xelkê Wanê xesp bikin. Lê berxwedana gel bi wan paşvegav da avêtin. Qeyûm bi taybet jî êrişeke li dijî têkoşîn û destkeftinên jinan e.  Êrişeke li dijî pergala hevserokatiyê ye. Me jinan ev derhiqûqtî tu caran qebûl nekir û dê qebûl jî nekin. Bi taybet jî banga me ji bo komeleyên jinan, rêxistinên civaka sivîl, sazî û dezgehên demokratîk û raya giştî ya demokratîk ew e ku li dijî vê derhiqûqtiyê helwesta xwe nîşan bidin.”